Îran dê ji bo hawirdekarina derman lireyê tirkî bikar bîne

Navenda Nûçeyan - Parlamenterê Îranî Îlyas Hezretî diyar kir ku ji ber astengiyên Amerîkayê ew ê hawirdeya derman û alavên tibî bi lireyê tirkî û yuanê çînî  bikin.

 

Parlamenterê Îranî Hezretî bal kişand ku ji ber astengiyên bankegeriyê yên Amerîkayê di hawirdekirina derman û alavên tibî de dolar nayê bikaranîn, lewma jî Wezareta Tenduristiyê dê hawirdeyê bi lireyê tirkî û yuanê çînî bike.


Hezretî wiha got: "Ji bo ku ji hawirdearên derman û alavên tibî re dovîz were terxankirin hin tevdîr hatine wergirtin ku ji van yek jî bikarnîna pereyê Çîn û Tirkiyê ne." 


Li gorî Ajansa Nûçeyan a Meclisa Îranê ICANAyê, Hezretî diyar kir, hawirdekarên ku di peydakirina derman û alavên tibî de lire bikartînin, çi kêşe dernakeve pêşiya wan û got: "Şîrketên Tirk xwe ji peymaneke wiha re amade dikin ku daku derfet çêbe bi Îranê re bi riyal bazirganiyê bikin."