Serokê Îstixbarata Supaya Pasdarên Îranê ji kar hat dûrxistin

24-06-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Îstixbarata Supaya Pasdarên Îranê Huseyîn Taib ji kar hat dûrxistin.

Di nûçeya televîzyona dewleta Îranê ya li ser mijarê de sedema biryara ji kar dûrxistinê nehat eşkerekirin lê hat diyarkirin ku Huseyîn Taib wek şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdarên Şoreşê Huseyîn Selamî hatiye erkdarkirin.

Mihemed Kazimî yê ku berê serokê Yekîneya Parastina Îstixbarata Supaya Pasdarên Îranê bû, li şûna Huseyîn Taib hat erkdarkirin.

Huseyîn Taib ji sala 2009an vir ve li ser erka Serokatiya Îstixbarata Supaya Pasdarên Îranê bû.

Di demên dawî de di medyaya Îsraîlê de nûçe hatin belavkirin ku Îran plana kuştin û revandina geştiyarên Îsraîlî yên li Tirkiyê dike û Îsraîlê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Tirkiyê.

Li aliyê din hin leşker û lêkolînerên ser bi Supaya Pasdarên Îranê hatin kuştin, hate destnîşankirin ku kuştina leşker û lêkolîneran di biryara ji kar dûrxistina Taib de bi bandor bûye ku Huseyîn Taib erka xwe ya dîtin û agahdariya van kuştinan bi cih neaniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst