Îranê li ser sînorê Başûr tijî pasdar kiriye

 

Hewlêr (Rûdaw)– Hat zanîn ku Îranê li nav bajarên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê her wiha sînorî Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hêz kom kiriye.

Li gorî malpera Kurdpa, ku nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê belav dike, ligel liv û tevgerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, hikûmeta Îranê rewşa awarete ya leşkerî ragihandiye û hêzên xwe li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bicîh kiriye.

 

Malpera han ji zarê jêderekî taybet ragihandiye, Îranê tevahiya deverên sînorî yên bajarên Ormiye Şinoyê tijî hêz kiriye û tedbîrên tund ên ewlehiyê girtiye.

Wî jêderî her wiha diyar kir ku besîc û pasdarên kurd jî bi kincên kurdî bi hêzên Îranê re li ser sînor bicîh bûne û çavdêriya her cure liv û tevgerekî dikin.

 

Li gor wê nûçeyê, hêzên Îranê gef li kurdên wan deveran xwarine û ji wan re gotine, li dijî liv û tevgerên partiyên kurdî yên neyarên rêjîma îslamî derkevin û alîkariya hêzên hikûmetê bikin.

 

Li gorî agahiyan, Pasdarên Îranê li Şino hêzêk ji pasdar û besîcên kurd pêk anîne û ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve şandine û xalên kontrolê li ser rêyên sereke yên navbera gund û bajaran danîne.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, Îranê li gundên navçeya Deştebêl û gundên Gilaz, Soce, Gunde Wêle, Hesen Nûran û Bêjawê yên Şinoyê xalên kontrolê û baregehên serbazî daniye.

 

Di nûçeyê de hatiye gotin ku hêzên Îranê li deverên sînorî yên Ormiyê jî ketine rewşa awarte û bi 4 helîkopteran ji danê sibê ve hêzên xwe bi çekên giran ber bi navçeyên sînorî dişînin.

 

Îro li navçeya Keleşînê li ser sînorê Başûr û Rojilatê Kurdistanê, gerîlayên PKKê êrişî pêşmergeyên PDKÎ kirin. Li gor gotina nûnerê PDKÎ li Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, di vî şerî de du pêşmergeyên wan şehîd bûne.

 

PDKÎ îro ragihand, Îran hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û dibe ku hêzên wî welatî bi cilên gerîlayên PKKê êrişî pêşmergeyên wan bikin.