Helîkoptera berpirsên Îranê ket: Wezîr jî di nav de 18 kes birîndar bûn

24-02-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Kirman Baft Helîkoptera Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê hat ragihandin, helîkoptera Wezîrê Werzişê û Ciwanan ê Îranê Hemîd Secadî û şanda pê re li bajarê Baftê yê parêzgeha Kirmanê di dema daketinê de ketiye xwarê û di encamê de wezîr û hejmarek berpirsên din jî di nav de bi giştî 18 kes birîndar bûne, herwiha şêwirmendekî wezîr jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, pîlotê helîkoptera ku Wezîrê Werzişê û Ciwanan Secadî û kesên pê re tê de bûn, dema ku li komplekseke werzişî ya bajarê Baftê li parêzgeha Kirmanê dadiket, kontrola helîkopterê ji dest daye.

Serokê Hawarhatina Kirmanê, Mihemed Sabirî ragihandiye, Secadî û hevalên wî yên di helîkoptera ketî de birîndar bûne.

Mihemed Sabirî diyar kiriye, ser û dest û singê wezîr şikestiye û tûşî xwînberbûna mejî bûye.

Heva Sor a parêzgeha Kirmanê ragihandiye, di bûyera ketina helîkopterê de 18 kes, kesên rêwî û kadroyên helîkopterê, birîndar bûne.

Mihemed Emîrxanî, berpirsekî Heyva Sor a Kirmanê ji IRNAyê re ragihandiye, helîkopter dema daketinê ji bilindahiya 10-15 metrî kete xwarê û birîndarên bûyerê bo nexweşxaneyên Baft, Kirman û Tehranê hatine şandin.

IRNAyê ragihandiye, di bûyerê de şêwirmendekî Wezîrê Werzişê û Ciwanan ê bi navê Ismaîl Ehmedî jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha hatiye ragihandin, birîna 3 birîndarên bûyerê giran e û rewşa tendirustiyê ya wan kesan nebaş e.

Di bûyerê de parlamenterê Baftê, Semedullah Mihemedî, Cîgirê Parêzgarê Kirmanê Elî Beygzade û hejmarek berpirsên din birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst