Fermandeyê hêza Besîc a Îranê: Ez amade me xwe biteqînim!

23-11-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê milîsên Îranê ku wek “Besîc” tên nasîn, Mihemed Riza Neqdî diyar kir ku ew amade ye êrişa xwekujî pêk bîne. Neqdî her wiha got, hikûmeta Ehmedînejad ji ya Rûhanî baştir bû!

Li gorî nûçeya malpera farsnews, ku nêzîkî hêzên pasdar ên Îranê ye, fermandeyê hêza Besîc a Îranê, Mihemed Riza Neqdî behsa şerê DAIŞê li Sûriye û Iraqê û asta alîkariya Îranê ji bo rêjîmên Şam û Bexdayê kir û got, em tenê di asta şêwirmendî û fêrkirinê de alîkariyê didin Sûriye û Iraqê.

Li gorî agahî û belgeyan, Îran bi awayekî aktîf tevlî şerê Sûriye û Iraqê bûye û heta niha bi dehan pasdar û besîcên Îranê li wan welatan hatine kuştin. Îran li Sûriyê pişta rêjîma Beşar Esed digire û li Iraqê jî hêza bi navê “Heşda Şeibî” daye avakirin.

Neqdî da zanîn, daxwaza milîsên Besîc ji bo ku li Sûriye û Iraqê şer bikin, roj bi roj zêdetir dibe û ragihand, piştî kuştina çend fermandeyên pilebilind ên pasdaran li Sûriyê, ev daxwazî hîn zêdetir bûye.

Fermandeyê hêza Besîc anî ziman ku tevahiya besîcan amade ne xwe biteqînin û “şehîd bibin” û got, her çiqas temenê min mezin e jî lê ez jî amade me êrişa xwekujî pêk bînim!

Mihemed Riza Neqdî eşkere kir ku niha nêzîkî 24 milyon besîcên Îranê hene û hemû jî amade ne xwe bidin kuştinê!

Li ser nakokiyên navbera Besîc û hikûmeta Hesen  Rûhanî de jî Neqdî got, ti nakokiyek tine. Heman hişariyên ku me dabûn hikûmeta berê (qesta wî hikûmeta Ehmedînejad e) me dan hikûmeta niha jî. Lê hikûmeta berê ji ya niha baştir bû çimkî qet nebe wê hikûmetê sê caran bi me re rûnişt û guhdarî me kir!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst