Kurdekî Sunî bû Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îranê

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Seyîd Îmad Husênî Kurd Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îranê Kurdekî Sineyî kir Alîkarê Wezîrê Petrolê.

Siyasetmedarê Kurd û Sunî yê ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê Seyîd Îmad Husênî wekî Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îranê hat erkdarkirin.

Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsîn Paknejad, Seyîd Îmad Husênî wekî Alîkarê Wezîr û Birêvebirê Kompanyaya Niştimanî ya Pîşesaziya Petrokîmyayê destnîşan kir.

Seyîd Îmad Husênî sala 1973an li bajarê Qurweyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Husênî di xulên 7emîn û 8emîn ên Parlamentoya Îranê de parlamenterê Qurwe û Dewlanê bû.

Sala 2013an di kabîneya yekem a Serokkomarê wê demê Hesen Rûhanî de jî wekî Alîkarê Wezîrê Petrolê Bîjen Zengene hatibû erkdarkirin.

Ji roja destpêkê ya ragihandina lîsteya wezîrên kabîneya Mesûd Pizîşkiyan ve, Seyîd Îmad Husênî yek ji namzedên sereke yên wezîrtiya petrolê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst