Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi dehan çalakvanên siyasî, civakî û medyayî girtin

23-09-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Hêzên Îranê Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê roja Pêncşemê di nav xwepêşandanên seranserî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan çalakvanên siyasî, civakî û medyayî girtine.

Ji çalakvanên mafên jinan li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, Jîna Moderês Kerejî, Evîn Rastî li Merîvanê, Leyla Salihî li Bîcarê, Feranek Refiî, Baran Seîdî, Mehrû Hîdayetî, Azade Cemaetî,  Bihar Zengîbend, Geşîn Mihemediyan, Rêzan Ehmedî û Mensûre Mûsewî li Meşheda Îranê hatine girtin.

Li gorî raportên ku belav bûne, çalakvanê siyasî yê reformxwazan Mihemed Riza Celalpûr û her wiha Ruhilla Nexfî, Zehra Tohîdî û Elî Riza Xoşbext jî hatine girtin.

Her wiha hat diyarkirin ku çendîn xwendekarên zankoyên Meşhed, Tehran û Babolê jî hatine girtin.

Hat destnîşankirin ku nûçegîhana rojnameya Şerqê Nîlufer Hamêdî jî hatiye girtin ku li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê rewşa Jîna Emînî dişopand û çend raport li ser belav kiribûn. Her wiha wênegireke medyayî ya bi navê Yelda Moîrî jî hatiye girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê li ser kesên ku di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin gotibû, “Di çar rojên borî de zêdetirî 600 welatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin ku cihê zêdetirî 100 kesan hatine diyarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî

Îran: Em dê teqez bersiveke tund bidin Îsraîl û Amerîkayê

Ayetullah Elî Xamineyî ragihand ku ew dê ji ber çalakiyên wan ên dijî Îranê teqez bersiveke tund bidin hem Îsraîlê û hem jî Amerîkayê