Îran dixwaze ceza bên rakirin û danûstandin destpê bikin

23-09-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Mihemed Cewad Zerîf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îran daxwazê ji Amerîkayê dike ku cezayên li ser wî welatî rake û dibêje piştî rakirina dorpêç û cezayan, amade ne danûstandinê bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li New Yorkê ji medya Amerîkayê re got, Hesen Rûhanî amade ye ligel Donald Trump bicive, lê bi mercê Serokê Amerîkayê wî karî bike ku divê bike.

Mihemed Cewad Zerîf dibêje, eger cezayên ser Îranê bên rakirin, Tehran rê dide pişkênerên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî daku berdewam çavdêriya saziyên etomî bikin.

Herwiha Cîgirê Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî jî ragihand ku Amerîkayê şerê aborî dijî Îranê daye destpêkirin û bidawîkirina wî şerî, derfeta danûstandinan çêdibe.

Berê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî, danûstandinên ligel Amerîkayê bi yekcarî red kiribûn, lê çend roj berî niha got, eger Amerîka vegere nav Rêkeftina Etomî, amade ne di çarçoveya welatên 5+1 de danûstandinê ligel bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst