Cenazeyê Îbrahîm Reîsî li Meşhedê hat veşartin

23-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Reîsî Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku di qezaya firokeyê de canê xwe ji dest dabû li Tirbeya Îmam Rizayê ya li Meşhedê hat veşartin.

Cenazeyê Îbrahîm Reîsî piştî merasimên xatirxwestinê yên ku li bajarên Tebrîz, Qum, Tehran û Bîrcendê hatin lidarxistain îro li Meşhedê hat definkirin. 

Piştî merasima ku li bajarê Bîrcendê ya li ser eyaleta Xorasana Başûr hat lidarxistin cenazeyê Reisî birin Meşhedê.

Li kolanên Meşhedê bi taybetî jî li dora Tirbeya Îmam Rizayê ya ku lê hat definkirin posterên Reîsî û alayên reş hatin daliqandin. 

Cenazeya Reisî û du rayedarên din ên ku di qezayê de mirin li balafirgehê hat pêşwazîkirin û paşê birin Tirbeya Îmam Rizayê ya ku mekana herî pîroz a Îranê tê hesibandin. 

Merasima ku li nav tirbê û derveyî tirbê qerebalixiyeke mezin çêbibû bi xwendina Qurnê dest pê kir.

Paşê ji bo Reîsî û rayedarên din dia hat kirin û mersiye hatin xwendin. 

Ji gelek welatan gelek nûnerên payebilind û wezîr jî beşdarî merasimê bûn. 

Cenazeya Reisî ber bi êvarê li qada li nav Tirbeya Îmam Rizayê ya ji bo wî hatibû amadekirin hat definkirin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst