Îranê derbarê biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê de daxuyanî da

22-12-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Sûriye Behram Qasimî d
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî derbarê biryara Serokê Amerîkayê ya li ser vekişandina leşkerên welatê xwe ji Sûriyê de got ku hebûna Amerîkayê ya li herêmê hêj di serî de polîtikayeke xelet bû. 

 

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî li ser nûçeyên ku Amerîka dê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne hin nirxandin kirin û got: “Hebûna Amerîkayê ya li herêmê hêj di serî de polîtikayeke xelet bû û bingeha sedema rageşiya li herêmê jî ew bûn”


Behram Qasimî wiha axifî: "Hebûna Amerîkayê ya li herêmê bi xwe jixwe ne maqûl bû û sedem rageşî û kirîza wê derê bû. Sedema sere ya bêaramiya li herêmê jî leşkerên Amerîkayê bûn. Hebûna Amerîkayê û hêzên biyanî yên din li herêmê ev 10 sal e ji bilî rageşî û cihêtî bi kêrî tiştekê nehat." 


Biryara vekişandina yekîneyên Amerîkayê yên li Sûriyeyê 


Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Di dema serokatiya min de li Sûriyê tekane sedema mayîna me hebûna DAIŞê bû. Me ew jî têk bir. " 


Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê jî wiha gotibû: "Digel ku em di şerê DAIŞê de derbasî merheleyeke nû bûn, me dest pê kir û em leşkerên Amerîkayê paşve dikşînin."


Di nûçeyên medyaya Amerîkayê ku dispartin rayedarên Karên Derva de jî hatibû îdiakirin ku Wezareta Derva wê di nav 24 saetan de hemû karmenêdn xwe yên li Sûriyeyê paşve bikşîne û leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê jî dê di nav 60 û 100 rojî de ji welêt vekişin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst