Ruhanî: Îran dê Trump têk bibe weke çawa Sedam têk bir

22-09-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Hesen Ruhanî Trump Sedam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku Îran dest ji şiyanên mûşekî bernade, weke çawa Sedam têk bir, bi wê şêweyê dê Trump jî têk bibe.

 

Ji bo bîranîna destpêka şerê heşt salan a navbera Îran û Iraqê, li Tehranê merasîmeke leşkerî birêve çû, Hesen Ruhanî di merasîmê de ragihand ku hêrsbûna hinek welatan ji mûşekên Îranê, tê wê wateyê ku mûşek bi bandor in. Ev jî wisa dike ku Îran zêdetirî demên din, qîmeta mûşekan bizane û dest jê bernede.

 

Ruhanî tekez kir ku Tehran dest ji şiyanên mûşekî bernade û dê berdewam bibe di pêşxistina berevaniyê de û got: “Em roj bi roj hêza berevaniya xwe zêde dikin.”

 

Serokomarê Îranê amaje bi wê yekê kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di rûbirûbûna Îranê de têk biçe û weke çawa ku Sedam Husên têk çû.

 

Îro merasîma bîranîna şerê Îran û Iraqê û Hefteya Berevaniya Pîroz, merasîma nimayîşa leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê di heman dema Tehranê de li seranserê Îranê birêve çû.

 

Li bajarê Ehwaz ê parêzgeha Xuzistan, êrişeke çekdarî di merasîmê de hat kirin û di encama êrişê de 29 kes hatin kuştin û zêdetirî 53 kesan jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst