Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Îranê hat guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku şeva derbasbûyî, Elî Şemxanî dest ji Serokatiya Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê berda, îro li şûna wî Elî Ekber Ehmediyan wek serokê nû yê Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê hat destnîşankirin.

Doh êvarê Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê Elî Şemxanî li ser hesabê xwe yê twitterê dest ji kar berdana xwe eşkere kir û piştre jî malpera Nurnewsê ya girêdayî Serokatiya Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê, nûçeya dest ji kar berdana wî belav kir.

Îro Duşemê 22yê Gualana 2023yan malpera Nurnews û çend malperên din ên ser bi hikûmeta Îranê ve ragihandin ku Elî Ekber Ehmediyan wek serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê hatiye erkdarkirin.

Elî Şemxanî bo heyama 10 salan weke Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Niştîmanî ya Îranê û endamê Encûmena Destnîşankirina Berjewendîyên Komara Îslamî bûye.

Elî Ekber Ehmediyan di sala 1980an de tevlî Supayan Pasdaran bûye û di havîna sala 2022an de ji aliyê Rêberê Îranê Elî Xamineyî ve weke Encûmena Destnîşankirina Berjewendîyên Komara Îslamî hatiye erkdarkirin.