Efserekî pilebilind ê Îranê li Tehranê hat kuştin

22-05-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Tehran Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Efserê pileblind ê Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê, Kolonel Seyyad Xudayî ku beşdarî şerê Sûriyê jî bûbû, îro li rojhilatê Tehran a paytexta Îranê bi gulleyan hat kuştin.

Medyaya fermî ya Îranê belav kiriye ku du kesên li ser motorsîklêtekê gulle berdane otomobîla Kolonel Seyyad Xudayî û ew kuştine.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Komara Îslamî ya Îranê (IRNA) ragihandiye: “Seyyad Xudayî li Tehranê ji aliyê du terorîstên siwarê motorsîklêtekê bi 5 guleyan hat şehîdkirin.”

IRNAyê Xudayî wek “parêzvanê mezargehên pîroz” bi nav kir, têgehek ku Komara Îslamiya Îranê ji bo wan kesan bi kar tîne ku li ser navê Îranê li Sûriyê û Iraqê şer dikin.

Li gorî heman ajansê, derdora saet 16:00ê êvara îro li nêzîkî cadeya Mucahidînê Îslam hatiye gulebarankirin.

Kesên ku êrîşa çekdarî pêk anîne, ji cihê bûyerê reviyane û heta niha nehatiye girtin.

Peywendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de bûyer weke êrîşeke terorîstî bi nav kiriye û dibêje, êrîş ji aliyê dijberên şoreşê û “hêmanên girêdayî quretiya cîhanî” ve hatiye pêkanîn, ku behsa Amerîka û hevalbendên wê dike.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Kuştina wî efserê Îranî piştî wê yekê tê ku Supaya Pasdaran ragihandiye, hejmarek kesên ser bi Îsraîlê ji aliyê hêzên wan ve hatine girtin.

Ev bûyer herwiha rojekê piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî pêgehên leşkerî yên Îranê û depoyên çek û cebilxaneyên wî welatî yên li Sûriyê tê ku di encamê de herî kêm 3 kes hatin kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst