Îranê yekemîn satelîta xwe ya leşkerî şande esman

22-04-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Îran Satelîta Nûr Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, îro yekemîn satelîta leşkerî ya Îranê bi awayekî serkevtî bo esman hat hildan û di bazneya 425 kîlometriya zewî de cih girt.

Li gor du ajansên nûçeyan ên nêzîkî Supaya Pasdaran, navê wê satelîta leşkerî “Nûr” e û îro Çarşemê 22ê Nîsana 2020an li binkeyeke fezayî ya Supaya Pasdaran a li herêma “Şahrûdê û li Biyabana Navendî ya Îranê” bo esman hatiye hildan û “bi awayekî serkevtî” di bazneya diyarkirî ya dora zewî de cih girtiye.

Bi hildana wê satelîtê, Komara Îslamiya Îranê dibe xwediyê yekemîn satelîta xwe ya leşkerî.

Ajansên nêzîkî Supaya Pasdaran ragihandine, ku satelîta leşkerî ya Nûr bi rêya mûşeka satelîthilgir a sê qonaxî ya bi navê “Qasid” bo esman hatiye hildan.

Qasid, yekemîn corê satelîthilgir a 3 qonaxî ya Îranê ye, ku Supaya Pasdaran hêj ti hûrgilî derbarê taybetmendiyên wê de aşkere nekiriye.

Hêj ti aliyekî peywendîdar ê navdewletî û leşkerî, serkevtina Îranê di şandina satelîta leşkerî bo valahiya esman de piştrast nekirine.

Aajansa Tasnim herwiha li ser twittera xwe wêneyê nameyek bi destnvisa Fermandarê Supaya Pasdaram, Husên Selamî belav kiriye ku têde Selamî dibêje, “ji îro pê ve em ji esman ve li erdê temaşe dikin û ev şanazî, xala destpêk a çêbûna hêzeke cîhanî ye.”

 

Ev pêncemîn hewldana Îranê bo hildana satelîtê û bicihkirina wê di bazneya dora zewî de ye. Îran di her çar hewldanên xwe yên berê de rastî şikestinê hatibû.

Îranê pêştir du mûşekên din ên satelîthilgir ên bi navê Sîmorx-1 û Sîmorx-2 anku Sefîr ceribandibûn, lê belê di hewldanên xwe de serkevtî nebûbû.

Hewldana herî dawî ya Îranê bo hildana satelîtê bo esman, 3 meh beriya niha bû, ku wê demê Îranê hewl da satelîta Zefer bişîne esman, lê ew hewldan rastî şikestinê hatibû.

Wezareta Berevaniya Îranê wê demê ragihandibû, wan kariye bi awayekî serkevtî satelîta guhastinê ya Zefer ber bi esman ve hildin, lê belê mûşeka satelîthilgir nekarî di qonaxa dawî de bigihe leza pêwîst û ji ber wê satelît li bazneya diyarkirî ya dora erdê cih negirt.

Wezîrê Guhastin û Gihandinê yê Îranê, Mihemedcewad Azerî Cehromî jî gotibû, satelît gihîşt bazneya 540 kîlometrî, lê belê satelîthilgirê nekarî bigihe leza 7,400 kîlometrî, ku pêwîst bû.

Hêj Amerîka û Yekîtiya Ewropayê û civaka navdewletî li hember serkevtîbûna şandina satelîta leşkerî ya Îranê bo esman ti bertek nîşan nedane.

Di dema hewldana pêştir a Îranê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, Komara Îslamiya Îranê bi wê yekê tometbar kiribû, ku dixwaze bi rêya şandina satelîtan bo esman, bernameya xwe ya mûşekî bêtir pêş bixe û gotibû, Amerîka dê zextên xwe li ser Îranê berdewam bike, daku Tehran reftara xwe biguhere.

Li hember wê gefa Pompeo û herwiha rexneya Fransa ya li Îranê, Wezareta Derve yê Îranê jî bertek nîşan dabû û gotibû, bertekên wan welatan “destwerdan” di karûbarên navxweyî yên Îranê de ne û tekez kiribû, şandina satelîtan bo esman ji mafên bingehîn ên Îranê bo pêşxistina zanist û teknoliyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst