Îran: Pêwendiyên me û Herêma Kurdistanê baş in

22-01-2024
Nîşan Nasir Kenanî Îran Herêma Kurdistanê Pêwendî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî got, “Pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê di hemû biwaran de baş in.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi rêya konferanseke rojnamegeriyê mijarên di rojevê de nirxandin.

Nasir Kenanî îdia kir ku Herêma Kurdistanê heta niha ji bo Îranê bûye çavkaniya metirsiyê û pê de çû:

“Mixabin ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tim gef li ewlehiya neteweyî û ewlehiya welatiyên Komara Îslamî ya Îranê hatiye xwarin.”

“Ewlehî xeta me ya sor e”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got, “Îran nikare li hemberî ewlehiya xwe ya neteweyî û ewlehiya xelkê xwe xemsariyê bike. Ev xeta me ya sor e.”

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya ku hînek salek nekiribû Jîne, hevalê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê cane xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Nasir Kenanî ev êriş nayê wateya binpêkirina serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê lê “ji bo parastina ewlehiya Îranê hatiye kirin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha îdia kir ku armanca vê êrişê Mossad bûye û pê de çû:

“Civîna Mossadê ya li Hewlêrê nayê qebûlkirin. Em pabend in ku dive serweriya Îraqê were parastin lê em dê bi berdewamî ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst