Li Îranê 56 balafirgeh hene

Hewlêr (Rûdaw) – Midûrê Şirketa Hêzên Mirovî ya Balafirgehên Îranê Ehmed Al Aqa ragihand ku li seranserê Îranê 56 balafirgeh hene.

Al Aqa li ser hejmara balafirgehan û karmendên wan agahî dan Ajansa Nûçeyan a Mehrê.

Ehmed Al Aqa da zanîn ku şirketa wan ji ji bipêşvebirina balafirgehan berpirsiyar e û her wiha hilbijartina karkerên balafirgehan jî karê wan e.

“Pêwîstî bi tedbîrên taybet heye”

Midûrê Şirketa Hêzên Mirovî ya Balafirgehên Îranê diyar kir ku ew hewl didin kesên şahreza û jêhatî li balafirgehan bixebitînin û li pey çû:

“Ji ber ku kar zêde hesas e pêwîstî bi tedbîrên taybet heye.

Ji ber vê jî hewl hatiye dayîn ku hemû pêwîstiyên qanûnî û rêzikên cihî û nevneteweyî werin bicihanîn.”

“Halê hazir 56 balafirgeh hene”

Ehmed Al Aqa detnîşan kir ku karmendên balafirgehan bi awayekî navendî tên hilbijartin û got:

“Halê hazir li Îranê 56 balafirgeh hene û zêdetir ji 10 kesan li wan balafirgehan dixebitin.”