Hilbijartinên Serokkomariya Îranê: Xelk bê hêvî ye

21-06-2024
RÛDAW
Bazar Tehranê / Wêne: Ji dîmenan
Bazar Tehranê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Hilbijartinên Serokkomariya Îranê Krîza Aborî Enflasyon Xelk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijartinên Serokkomariyê yê Îranê dê 28ê Hezîranê bên kirin lê li gorî rapirsiyan rêjeya beşdariya hilbijartinên gelekî kêm e.

Li gorî rapirsiya Navenda Îspayê rêjeya beşdariya hilbijartinan ji sedî 42,5 e.

Eger yek ji namzedan ji zêdeyî sedî 50î dengan nestîne dê 5ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin.

Geram duyam a hilbijartinan jî dê navbera du namzedên ku herî zêde deng standine de pêk were.

Rojeva xelkê bazar û rewşa aborî ye.

Rewşa bazarê û aboriyê bandor li ser propagandaya hilbijartinan jî kiriye.

Ferîbaye yek ji dikandarên bazara Tehranê ye. Baweriya Ferîbayê bi başbûna aboriyê nemaye.

Ferîbayê bi awayekî bê hêvî wiha got:

"Roj bi roj rewşa aboriyê xirabtir dibe. Bawer nakim ti tiştekî baş di vê sîstema niha de çêbibe."

Cezayên rojava û bilindbûna enflasyonê ku bûne sedema daketina nirxê tumen, wekî sedema herî diyar a xirabbûna rewşa aboriya Îranê tê zanîn.

Sê sal beriya niha her dolarekî Amerîkayê nêzîkî 26 hezar tumenê Îranê bû lê niha yek dolar bi nêzîkî 58 hezar tumenan e.

“Sozên didin bi cih nayînin”

Li gorî Sindoqa Navdewletî ya Pereyan, enflasyon ji sedî 37,5 e û pêşbînî jî tê kirin ku îsal bigihêje ji sedî 40î.

Welatiya bi navê Cuzî jî bêzar bûye û wê jî li ser rewşa aborî û hilbijartinan wiha got:

"Ezmûna 45 salan nîşanî me dide ku piştî hilbijartinê jî dê henekên xwe bi me bikin, ji ber ku sozên didin nayînin cih. Roj bi roj rewş xirabtir dibe."

Şeş kes berbijêrên posta serokkomariya Îranê ne, pênc ji wan nerîtxwaz in û yek jî reformxwaz e.

5 namzetên serokkomariyê hene

Namzedên wekî Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Emîr Husên Qazîzade Haşimî, Elî Zakanî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Meşûd Bijîşkiyan jî ji eniya reformxwaz e.

Li gorî rapirsiya herî dawî ya Navenda Îspayê ku navendeke girêdayî hikûmeta Îranê ye, Celîlî ji sedî 26,2yê dengan û Meşûd Pizîşkîyan jî ji sedî 19,8 û Qalîbaf jî ji sedî 19ê dengan bi dest dixe.

Li hêla fin, dikandarê bi navê Mehdî jî wekî gelek Îraniyan bê hêvî bûye.

Mehdî da zanîn ku eger kesekî rast bibîne an jî kesekî ku xelk bêje baş e û dê ew jî deng bide wî kesî. Eger kesekî wisa jî nebe dê neçe ser sindoqê û deng nede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst