Li Îranê zewicandina zarokan zêde kiriye

21-05-2016
RÛDAW
Nîşan Zewicandina Zarokan Îran
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li gorî hejmarên nefermî, li Îranê ji destpêka sala par ve, 40 hezar keçên temen 10 ta 14 hatine zewicandin.

 

Diyardeya zewicandina keçên zarok li Rojhilatê Kurdistanê jî, herçendî kêmtir jî be, rû dide.

 

Li gorî rêvebirê karûbarên nasnameyî yê bajarê Sine, Mohsîn Axayî sala 2015ê 6 keçên ji 10 salî piçûktir bi mêr hatine dayîn.

 

Yasaya medenî ya Îranê diyar kiriye ku temenê hevseriyê ji bo keçan 13, ji bo kuran jî 15 e. Lê, bav an weliyê keçekê dikare wê ji 13 salî jî temenkêmtir bimêr bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst