Rûmala taybet: Hilbijartinên gera 11an a parlamentoya Îranê

21-02-2020

20:05

Dengdan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê careke din hat dirêjkirin

-

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dengdan bo 2 demjimêrên din jî hat dirêjkirin. Ebdulreza Rehmanî Fezlî, Wezîrê Navxwe yê Îranê ragihand, proseya dengdanê heta demjimêr 22.00 b dema Tehranê, hatiye dirêjkirin.

Ebdulreza Rehmanî Fezlî amaje bi wê kir, ew dê sibê rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinê de ragihînin.

Li gor dîmenên televîzyona fermî ya Îranê, zêdetir ji 20 bajar û bajarokan xelk di rêza dengdanê de rawestiyane.

Zêdetir bixwîne

18:21

Dengdan bo 2 demjimêran hat dirêjkirin

-

Her çiqas biryar bû, demjimêr 18.00 dengdan bû dawî bê û sindoq bên girtin, lêbelê televîzyona fermî ya Îranê belav kir ku dengdan bo maweyê 2 demjimêran hatiye dirêjkirin.

Zêdetir bixwîne

14:07

Şûngirê Qasim Sulêymanî, General Îslamîl Qaanî dengê xwe da

ermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, General Îsmaîl Qaanî

Di berdewamiya birêveçûna proseya hilbijartinên parlamentoya Îranê de, îro danê nîvro Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, General Îsmaîl Qaanî li Tehranê serdana binkeyeke dengdanê kir û dengê xwe avêt sindoqê.

Îsmaîl Qaanî piştî kuştina General Qasim Sulêymanî Fermandarê berê yê Supaya Quds di 3ê Çileya îsal de, ji aliyê Rêberê Îranê Elî Xaminêyî ve wek fermandarê wê hêzê hatiye diyarkirin.

Hilbijartinên gera 11an a parlamentoya Îranê, ji serê saet 08:00ê îro li gor dema Tehranê dest pê kiriye û li gor dema fermî dê heta saet 18:00 berdewam be. 

Wezareta Navxwe ya Îranê ku berprisyarê lidarxistina hilbijartinan li Îranê ye, dikare li gor rewşê, dema dengdanê dirêj bike.

Zêdetir bixwîne

14:00

Li mezargeha Qasim Sulêymanî sindoqa dengdanê hatiye danîn

Mezargeha Qasim Sulêymanî li Kirmanê. Wêne: Fars News

Li gor ajana Fars News a Îranî ku ser bi Supaya Pasdaran ve ye, li Mezargeha General Qasim Sulêymanî, binkeya dengdanê hatiye danîn û xelkê Kirmanê berî vebûna deriyên navendên dengdanê û destpêkirina proseya dengdanê, li ser mezar amade bûne, ji bo ku beşdariyê di hilbijartinên gera 11an a parlamentoyê de bikin.

Li gor nûçeyê, tevî birêveçûna hilbijartinên parlamentoyê li seranserê Îranê, sindoqeke dengdanê li Goristana Şehîdan a Kirmanê ku gora Qasim Sulêymanî jî li vê derê ye, hatiye danîn.

Zêdetir bixwîne

13:20

Ruhanî: Hilbijartinên me di dîroka demokrasiyê de bê mînak in!

Serokomarê Îranê, Hesen Ruhanî di dema dengdanê de.

Serokomarê Îranê, Hesen Ruhanî îro li binkeya dengdanê ya li Komîteya Hilbijartinan a Wezareta Navxwe ya wî welatî amade bû û ji bo hilbijartinên parlamentoyê dengê xwe bikar anî.

Hesen Ruhanî piştî dengdanê ji medyayê re axivî û ragihand, ew hêvî dike gel parlamentoyeke çalaktir û parlamenterên herî baş hilbijêrin.

Ruhanî got, “hilbijartinên me di dîroka demokrasiyê de bê mînak in.”

Serokomarê Îranê herwiha got: “Xelkê me a niha mijûl in, bi selîqe û dengê xwe, xûla 11an a parlamentoyê pêk tînin, em hêvîdarin kesên herî baş biçin xûla yazdan a parlamentoyê û tişta ku xelk dixwaze, parlamentoyeke çalaktir û bicoştir e, parlamentoyek ku xelk bibînin, pirsgirêkên wan bi awayekê baştir çareser dike, yasayên pêwîst bi awayekê bilez pesend dike û çavdêriyên xwe jî pêk tîne, pabendî destûrê û rêkarên wê ye.”

Serokomarê Îranê amaje bi wê yekê kir, ku  di 40 salên bihorî yên Komara Îslamî de hemû caran hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de hatine lidarxistin û tekez kir: “Di deh xûlên berê yên parlamentoyê de, hilbijartin di dema xwe de hatine kirin, bêyî paşkevtinê. Di dîroka demokrasiyê de ev bê mînak e û di dîroka Îranê de jî tiştek wisa nebûye.”

Ruhanî behsa hewldanên hikûmetê bo birêvebirina hilbijartinan li gor sîstema elektronî kir û da xuyakirin, ew hêvî dike Wezîrê Navxwe hewlên xwe zêdetir bike, daku di hilbijartinên bihê de proseya dengdanê û hilbijartin bi giştî bi awayekê dîcîtal birêve biçe.

Zêdetir bixwîne

13:04

Wezîrê Navxwe yê Îranê: Milyonek kes çavdêriya hilbijartinan dikin

Wezîrê Navxwe yê Îranê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî

Wezîrê Navxwe yê Îranê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî ragihand, li 31 parêzgehên welat 55 hezar binkeyên dengdanê li 208 bazneyên hilbjartinan ji bo birêveçûna gera 11an a hilbijratinên parlamentoyê hatine danîn.

Ebdulriza Rehmanî Fezlî diyar kir, yek milyon kes hilbjartinan birêve dibin û bi awayekê xurt çavdêriya proseya hilbijartinan jî dikin.

Bi gotina Wezîrê Navxwe yê Îranê, her binpêkariyeke li navendeke dengdanê derkeve, ew dê lêkolînan li ser bikin û biryarên pêwîst di wê derbarê de bidin.

Wezîrê Navxwe yê Îranê destnîşan kir, wan çavdêriyek xurt daniye ser binkeyên dengdanê, bi awayekê ku ew dizanin di her çirkeyekê de li her binkeyeke dengdanê çend kes dengê xwe didin.

Zêdetir bixwîne

09:01

Li Rojhilatê Kurdistanê jî dengdanê dest pê kiriye

Dengdana xelkê Sine di hilbijartineke pêştir a civatên bajaran de. Wêne: IRNA

Tevî bajar û bajarokên din ên Îranê, li bajar û bajarokên parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê, îro Înê 21ê Sibatê deriyên navendên dengdanê hatin vekirin û proseya dengdana ji bo 11mîn gera hilbijartinên parlamentoya Îranê dest pê kir.

Di xûlekên destpêkê yên dengdanê de, Walî û nûnerên Rêberê Îranê li her çar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê li binkeyên dendanê amade bûn û dengê xwe bikar anîn.

Birêveçûna 11mîn gera hilbijartinên parlamentoya Îranê di demekê de ye, ku li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 120 berbijêran ji hevrikiyên hilbijartinan vekişiyane.

Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê li parlamentoya Îranê xwediyê 29 kursiyên parlamenteriyê ne, ku 12 ji wan ên parêzgeh Urmiyê, 8 jê yên Kirmaşanê, 6 yên Sine û 3 jî yên Îlamê ne.

 

Zêdetir bixwîne

08:32

Wezîrê Derve yê Îranê dengê xwe avêt sindoqê

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Piştî vebûna deriyên binkeyên dengdanê û di xûlekên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Îranê de, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li  Huseyniyeya Cemaranê ya li Tehranê amade bû û dengê xwe bi kar anî.

Herwiha kesayetê diyar ê reformxwazên hikûmetî yê Îranê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê di 10mîn gera parlamentoya wî welatî de, Mihemed Riza Arif û herwiha Muhsin Haşimî Refsencanî kurê mezin ê Ayetullah Haşimî Refsencanî, li heman huseyniyeyê amade bûn û dengê xwe avêtin sindoqa dengdanê.

Zêdetir bixwîne

07:59

Xaminêyî dengê xwe da û ji bo beşdariyê bang li xelkê Îranê kir

Rêberê Îranê, Elî Xaminêyî li binkeya dengdanê ya Huseyniyeya Îmam Xumêynî ya Tehranê amade bû û dengê xwe da.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xaminêyî yekemîn berpirsê bilind ê wî welatî bû, ku beşdarî di hilbijartinan de kir.

Xaminêyî li binkeya dengdanê ya Huseyniyeya Îmam Xumêynî ya Tehranê amade bû û dengê xwe da.

Piştî dengdanê, Xaminêyî di axaftineke kurt de ji bo medyayê, roja hilbijartinan wek roja “cejna netewî”, roja “bidestxistina mafê medenî yê gel” û “erkekî olî” bi nav kir û daxwaz ji xelkê Îranê kir, beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

Xaminêyî got, “hilbijartin garantiya berjewendiyên niştimanî yê welat e û divê her kesê ku berjewendiya welat jê re giring e, di demeke zû de beşdariyê di dengdanê de bikin û wî erkê giring ji bo saetên dawiyê yên hilbijartinan nehêlin.”

 

Zêdetir bixwîne

07:52

Rûmala taybet: Hilbijartinên gera 11an a parlamentoya Îranê

-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 11mîn gera hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir û deriyên binkeyên dengdanê hatin vekirin, ji bo xelk biçin û dengê xwe bidin.

Îro Înê 21ê Sibata 2020 serê saeta 08:00 li gor dema Tehranê û 07:30 li gor dema Hewlêrê hilbijartinên parlamentoya Îranê li 31 parêzgehên wî welatî dest pê kir.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xaminêyî yekemîn berpirsê bilind ê wîwelatî bû, ku beşdarî di hilbijartinan de kir.

Xaminêyî li Huseyniyeya Îmam Xumêynî ya Tehranê amade bû û dengê xwe da.

Li gor Wezareta Navxwe ya Îranê, di hilbijartinên vê carê de 57 milyon û 918 hezar û 159 kesan mafê dengdanê hene, ku 2 milyon û 931 hezar û 776 kes ji wan cara yekê ye, ku dibin xwediyê mafê dengdanê.

Ji bo dengdanê jî 55 hezar binke li ser asta 208 bazneyên hilbijartinan hatine danîn.

Di 11mîn gera hilbijartinên parlamentoya Îranê de 7 hezar û 157 berbijêr hevrikiyê li ser bidestxistina 290 kursiyên parlamentoya wî welatî dikin, ku 782 ji wan berbijêran jin û 6 hezar û 375 kes jî zilam in.

Zêdetir bixwîne