Li Îranê, girtiyekî kurd 7 sal in fîşek di laşê wî de nehatine derxistin!

21-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiyekî kurd ê Rojavayê Kurdistanê, ku çend sal berê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin û girtin, ji ber ku rayedarên girtîgehê birînên wî derman nakin, dest bi gireva birçîbûnê kir.

Girtiyê kurd ê bi navê Remezan Ehmed Kemal, ku xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 2008ê dema dixwast ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin û bi birîndarî hatibû girtin.

Dadgeha bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hêceta ku Remezan Ehmed Kemal endamê PKKê ye, destpêkê cezayê îdamê bi ser de sepandibû lê paşê cezayê wî hatibû kêmkirin û 10 sal ceza xwaribû. Ew niha li girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê yê Îranê de dimîne.

Li gorî malpera Koma Çalakvanên Mafên Mirov li Îranê (HRANA), heta niha jî fîşek di laşê wî girtiyê kurd de mane û nehatine derxistin. Ji ber wê jî destê wî yê rastê pûç bûye û birînên wî îltihab kirine.

Li gorî nûçeyê, girtiyê han, ku fîşek li zik, milê rastê û çokê wî ketine, herî dawî par payîzê biribûn nexweşxanê lê di rê de rastî lêdanê hatibû û ketibû komayê, piştî çend rojan ji komayê derketibû lê bêyî ku derman bikin, dîsa vegerandibûn girtîgehê.  

Hat gotin ku wî girtiyê Rojavayê Kurdistanê, li dijî guhnedana rayedarên girtîgehê, ji duh de dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî jî li ser rewşa Remezan Ehmed Kemal hişyarî dabû rayedarên Îranê û ji rayedarên girtîgeha Kerecê xwastibû demildest wî bişînin nexweşxanê.

Wî girtiyê kurd beriya niha jî gellek caran ji ber xemsariya rayedarên girtîgehê di dermankirina wî de, ketibû gireva birçîbûnê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst