Li Kirmanê leşkerekî pênc hevalên xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îranê leşkerekî pênc hevalên xwe yên leşker kuştin.

Li gorî ajansa IRNAyê, bûyerê li bajarê Kirmanê li leşkergehekê rû daye.

Fermandarê Biryargeha Herêmî ya Başûrrojhilat a Artêşa Îranê Emîr Xulam Eliyan li ser bûyerê got:

“Leşkerekî me li xewgehê gule li hevalên xwe reşandin û pênc kes hatin kuştin.”

Emîr Xulam Eliyan da zanîn ku hîn sedema êrişê diyar nebûye.

Li aliyê din, hat ragihandin ku ji bo girtina wî leşkerê gumanbar xebat berdewam dikin.