14 pasdar û milîsên Îranê li Sûriyê hatin kuştin

20-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku 2 pasdarên pilebilind û komek milîs û çekdarên Îranê li Sûriyê hatine kuştin.

Serokê Lêjneya Asayişa Niştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Eladîn Birûcirdî eşkere kir ku fermandeyê yekîna pasdarên Îranê Nadir Hemîd, li derdora bajarê Idlibê yê Sûriyê di şerê “terorîstan” de hatiye kuştin.

Duh jî malperên nêzîkî pasdarên Îranê ragihandibûn, pasdarê bi navê Musim Xîzab ku fermandeyê tabûra bi navê “Ya Zehra” bû, li bajarê Hemayê yê Sûriyê di şerê “terorîstan” de hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan, tevî wan du pasdarên pilebilind,  pasdarê bi navê Mehdî Elîdûst û 11 milîs û çekdarên Îranê yên li Sûriyê şer dikin jî hatine kuştin ku tê gotin hinek ji wan Efxanî ne.

Li gorî Îranê, hêzên ku li dijî rêjîma Beşar Esed şer dikin (hêzên opozîsyonê, çekdarên DAIŞê, El Nusra û htd…) terorîst in.

Çend roj berê fermandeyekî mezin ê pasdarên Îranê bi navê Husên Hemedanî jî li Sûriyê hatibû kuştin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst