Hewlêr (Rûdaw) - Koçerên Kurdên herêma Xorasanê li bakurê Îranê, heta niha jiyana xwe ya koçerî berdewam dikin.
Koçerên Kurdên ku li navçeya Aşhaneya Xorasanê dijîn, ku piraniya wan ji eşîra Zaferanlu ne, li herêma Xorasanê li vê derê, jiyana xwe ya berî bi sedên salan tev pez û dewarên xwe birêve dibin.
Jin bi karên xwe yên berê bi tenûrê, ku li bin zeviyê hatiye çêkirin, nan dipêje. Herwiha xalî û cilikên ku li nav kon têne raxistin, bi destan çê dikin û li aliyê din jî meşka têr dew tê de dihejîne û nîvişk jê derdixe.
Koçerên Kurd li Xorasanê wek koçerên Kurd li her derê ji Kurdistanê, li ser firotina mast û cureyên penîr û rûn dijîn, ji ber wê jî xwedîkirina pez, stûna yekemîn a jiyana wan e.
Serokê Yekîtiya Êşîrên Bakurê Xorasanê Mihemed Riza Golîpur ragihand ku, li bakurê Xorasanê 5 hezar û 350 malbatên koçeran hene, ji sedî 95 Kurd in, ji sedî 5 Tirkmen in, û praniya Kurdan ji eşîreta Zaferankuyî ne.
Mihemed Riza Golîpur wiha got: “Di navbera cihên ku ev koçerên Kurd jê têne zozanan û vê derê de, 250 kîlometre hene. Ew neçar in vê rêyê tevî derbas bikin. Ew ji herêma Gulistanê, ku wek herêmeke germiyan tê naskirin têne zozana Meravê. Hinek ji wan ji herêma Saluk û Hulalê yên Xorasanê tên vê derê."
Mihemed Riza Golîpur dibêje ji sedî 2 ji xelkê bakurê Xorasanê sunnî ne û yên din jî şîe ne û koçerên Kurd yên bakurê Xorasanê bi berhemên xwe navdar in, berhemên wek penîr, mast, xalî û goreyên hirî, ew beşekî jê bi xwe bikar tînin û beşê mezin jî difroşin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse