Hemwelatiyên Îranê ji hilbijartinên parlamentoyê bêhêvî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Bi daleqandina tabloyên berpijêran, germ û gurî bi propagandeya hilbijartina Parlamentoya Îranê ve dixuye, lê vê germûguriyê dilê xelkê xweş nekiriye.

Hilbijartin di demekê de ye ku krîza aborî bestika xelkê Îranê girtiye û bawer nakin guhertina parlamenteran jiyana wan biguhere.

Karmendê xizmetguzariya taksiyan, Muhsîn Kemalzade dibêje, “Em çima biçin deng bo hilbijartina parlamentoyê bidin? Parlamento dikare çi çareser bike? Giranî? Dizî? Eger parlamentoyek ciddî ye divê nehêle bihayê kelûpelan bilind bibe. Niha wek mînak divê derman bikirim, min hefteya borî bi milyonek û 20 timenan kirî niha divê heman dermanî bi 3 milyon û 700 timen bikirim, bo çi deng bidim, lê ji ber xatirê parastina sîstemê û welat divê herim deng bidim.”

Mezin û biçûk hemû ketine bin bandora vê krîza ku Îran ketiyê û berpirs jî dibêjin, sedem cezayên Amerîkayê yên ser welat in. Beşek ji ciwanên Tehranê di wê baweriyê de ne ku vê krîzê bandor li berpirsan nekiriye û tenê xelk ketine jêr bandora wê. Xelk daxwaz dikin ku parlamenterên nû aramiyê bo xelkê bînin.

Xwendekara koleja jimêryarî ya bi navê Nazenîn Yunisî jî dibêje, “Ew siyasetmedarên tên hilbijartin divê kar bo me bikin, neku biçin berîkên xwe tejî bikin, jiyana xwe xweş bikin, pereyan bidizin û ji Îranê birevin. An her karekî din bikin, tenê divê ewên bihayê welatê xwe dizanin û dixwazin pirsgirêkan çareser bikin bo parlamentoyê bên şandin. Nabe bi vî awayî be, ciwaneke wek min bibîne di dema yek şevê de bihayê mobîla wê sê qat zêde bibe. Ev aramiyeke çawa ye, ez jiyana xwe çawa cîgir bikim.”

Tê pêşbînî kirin di hilbijartina roja Înê de ji nav nerîtxwaz, nerm û reformxwazan de nerîtxwaz piraniya dengan bidest bixin. Ev di demekê de ye ku saziyên xwedan desthilat wek Encûmena Destûrê di bin kontrola nerîtxwazan de ye û li hinek cihan nehiştine berbijêrên partiyên din bên nav hevrikiyê.