Neviyê Xumênî ket nav siyasetê, Pasdar hêrs bûn!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Neviyê damezrênerê komara îslamî ya Îranê, Hesen Xumênî xwe ji bo hilbijartinên Encumena Şarezayan a wî welatî kandîd kir. Pasdarên Îranê jî li dijî wê yekê ne û dibêjin, hinek alî li pişta wî ne.

 

Roja 10ê vê mehê tomarkirina navê namzedên hilbijartina endamên Encumena Şarezayan a Îranê dest pê kir.

 

Duh (11ê mehê) neviyê damezrênerê komara îslamî û yekemîn rêberê wî welatî, Rûhullah Xumênî, Hesen Xumênî jî xwe kandîd kir.

 

Hesen Xumênî, piştî ku navê xwe tomar kir, ragihand, ew li ser şîreta bapîrê xwe tevlî wê hevrikiyê bûye û dê bi awayekî serbixwe tevlî hilbijartinan bibe.

 

Neviyê Xumênî anî ziman ku 3 cure reaksiyon li hember namzediya wî heye; hinek bi vê yekê kêfxweş in, hinek rexne dikin hinek jî dibêjin namzediya Hesen Xumênî nîşana hebûna nakokî di nav rêjîma Îranê de ye.

 

Li Îranê, aliyê ku herî zêde li dijî namzediya Hesen Xumênî derdikeve, yên nêzîkî rêberê niha yê Îranê Elî Xaminêyî bi taybet pasdarên Îranê ne.

 

Şêwirmendê Xaminêyî di nav Pasdaran de, Mucteba Zunnûr bi tundî li dijî namzediya Xumênî derket û got, dibe ku hinek hêz li pişta wî hebûn û wî pal bidin nav vê hevrikiyê.

 

Mucteba Zunnûr her wiha got, lê gotina dawî di pesendkirina namzedan de Encumena Parastina Destûrê (Şûrayê Nigehban) dibêje.

 

Ev demek e li Îranê behsa wê yekê tê kirin ku rêberê niha yê Îranê Elî Xaminêyî dê were guhertin. Guhertina rêberê Îranê jî erka Encumena Şarezayan e lewma Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Îranê û endamê Encumena Şarezayan, Haşimî Refsencanî beriya niha gotibû, hilbijartinên vê carê yên Encumena Şarezayan pir hestiyar e.

 

Encumena Şarezayan (Meclisa Xubrêgan) a Îranê ji 88 endaman pêk tê ku 8 salan carekê ji aliyê gel ve tên hilbijartina.