Du berpirsên Kurdên Sunne li Îranê dest ji kar berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên Kurd ên Sunne ku bilindtirîn posta wan li Îranê hebûye, dest ji kar kişandine û parlamenterekî Kurd jî dibêje, ku guvaş li wan herdu berpirsên Sunne hatiye kirin, daku dest ji kar berdin.

Di rojên bihorî de Cîgirê Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî û Serokê Rêkxistina Perwerde û Pêşeyî ya Îranê, Silêman Paksirişt dest ji kar berdane.

Paksirişt xelkê bajarê Pîranşarê yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye û 2 salan berî niha ew post wergirtibûn. 

Herweha Rêveberê Giştî yê Grûpa Pîşesazî û Bazirganiyê ya Îranê, Perwîz Erxewan dest ji kar kişandiye.

Erxewan xelkê bajarê Seqizê yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û derçûyê beşa endazyariya pîşesazî û rêveberê cîbicîkar e.

Erxewan destpêka havîna sala bihorî weke serokê grûpa Bariz a pîşesaziyê hatibû destnîşankirin, ku yek ji grûpên mezin ên pîşesaziya Îranê ye û 6 kompaniyan li xwe digre.

Li ser dest ji kar berdana wan berpirsên Kurd û Sunne, parlamenterê Kurd û nûnerê bajarên Pîranşar û Serdeştê li parlamentoya Îranê, Resûl Xizrî ragihand, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî soz dabû ku tevahiya pêkhateyan di rêvebirina welat de beşdar bin û da xuyakirin, lê ew soz hatine jibîrkirin.

Resûl Xizrî herwiha diyar kir, tenê 2 berpirsên Kurd yên Sunne di hikûmeta Îranê de hebûn ku wan jî di bin guvaşan de dest ji kar berda.

Resûl Xizrî ragihand ku hefteya bê wê li ser vê mijarê pirsê ji wezîrê kar bike û haydariyê jî bide Hesen Rûhanî