Dengvedana kirîza serokatiya Kurdistanê di medyaya Îranê de

 

Hewlêr (Rûdaw) – Kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê û nakokiyên partiyên siyasî li ser dirêjkirina dema serokatiya Barzanî di meyaya Îranê û farsî de gellekî deng vedaye.

Kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê ne tenê di medyaya kurdî de lê di medyaya welatên herêmî û cîhanê de jî deng vedaye.

Yek ji wan welatên ku medya zêde bala xwe dide kirîza serokatiya Kurdistanê, medya fermî û ne fermî ya Îranê her wiha medyaya farsî ye.

Malperên televîzyona înglîzî ya fermî ya Îranê, Press TV û televîzyona erebî ya Îranê ya El Alem, behsa biryara Encumena Şûra ya Kurdistanê kirine û gotine, Mesûd Barzanî heta “demek nediyar” wek Serokê Herêma Kurdistanê dimîne lê dîsa jî hinek partî ji vê yekê nerazî ne…

Beşa farsî ya DW ya Almanî jî gotiye, biryar Encumena Şûra ji bo çareserkirina kirîzê hatiye dayîn lê hîn nakokî li ser vê yekê hene.

Yek ji malperên ku herî zêde behsa kirîza serokatiyê kiriye, malpera fermî ya Îranê ya ÎRNA ye. Li gorî wê malpera îranî, roj bi roj aloziya siyasî û civakî li Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe…