Serokkomarê Îranê: Li Sûriyê destwerdana leşkerî ne çareserî ye

19-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di lûtkeya sê alî ya bi Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan re careke din ragihand, ku Tehran li dijî operasyona Tirkiyê li nav axa Sûriyê ye û got, “Çareseriya li Sûriyê ne destwerdana leşkerî, lê dîplomasî ye.”

Lûtkeya sê alî ya Reîsî, Putin û Erdogan li Tehranê îşev hat lidarxistin û egera operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê mijara herî sereke ya lûtkeyê bû.

Di lûtkeyê de, Serokkomarê Îranê tekezî li ser helwesta xwe ya dijatîkirina her core operasyoneke nû ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de kir û ragihand, “Çareseriya li Sûriyê ne mudaxeleya leşkerî, dîplomasî ye. Destwerdana leşkerî pirsgirêkê mezintir dike.”

Îbrahîm Reîsî herwiha destnîşan kir, ku divê pirsgirêka Sûriyê were çareserkirin û got, her sê welatên Îran, Rûsya û Tirkiye dikarin bi hev re pirsgirêka Sûriyê çareser bikin.

Reîsî tekezî li ser yekîtiya axa Sûriyê û piştgiriya temam a Îranê bo hikûmeta Sûriyê jî kir.

Serokkomarê Îranê amaje bi hebûna hêzên biyanî yên nerewa li nav axa Sûriyê kir û got, “Hebûna nerewa ya hêza biyanî ya dagirker aramiya Sûriyê û navçeyê ji nav biriye. Hêza biyanî ya dagirker petrola Sûriyê dibe.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst