Xamineyî bo Putin: Îran li dijî her operasyoneke Tirkiyê li Sûriyê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ragihand, Îran li dijî her operasyoneke Tirkiyê li Sûriyê ye.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku ji bo beşdariya di lûtke ya sê alî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de serdana Îranê kiriye, bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî re civiya.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA, Elî Xamineyî di hevdîtina ligel Putin de tekezî li ser dijatiya Îranê bo operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê kiriye û ji Putin re gotiye, “Îran li dijî her operasyoneke Tirkiyê li Sûriyê ye.”

Elî Xamineyî ragihandiye, pêwîst e pêşiya her êrîş û operasyoneke leşkerî ya li nav axa Sûriyê bê girtin.

Xamineyî herwiha gotiye, “divê Amerîkî ji navçeya rojhilatê Firatê bên derxistin.”

Beriya vê hevdîtinê, Vladimir Putin li Koşka Seid Abad a Tehranê ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve hatibû pêşwazîkirin û herdu alî bi hev re civiyabûn.

Putin îro piştî nîvro bi rêya Firokexaneya Mêhr Abad a Tehranê gihîşt Îranê û ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ocî ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Rûsyayê ji bo beşdariya di lûtkeya sê alî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê serdana Tehranê kiriye.

Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihandiye, di vê lûtkeya sê alî de Reîsî, Erdogan û Putin dê derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyê, têkoşîna dijî terorê û ji wan jî dijî DAIŞê û PKKê û herwiha vegera dilxwaz a penaberên Sûrî bo warê xwe gotûbêj bikin.