Di hilbijartina serokkomariya Îranê de Îbrahîm Reîsî bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Hilbijartinan ya Îranê encamên hilbijartina serokkomariyê ragihand û li gorî encaman berbijêrê muhafazakar Îbrahîm Reîsî nêzîkî 18 milyon deng wergirt û bi vê encamê dibe 8emîn Serokkomarê Îranê.

Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan ya Îranê mafê 59 milyon û 310 hezar û 307 hebûye û ji wan 28 milyon û 600 hezar kes beşdarî hilbijartinê bûne.

Serokê Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Navxwe yê Îranê Cemal Orf di daxuyaniyeke çapemeniyê de encamên 13êmîn hilbijartinên serokkomariyê parvekir.

Cemal Or diyar kir ku ji 28 milyon û 600 hezar dengan  Îbrahîm Reîsî 17 milyon û 800 hezar deng, Muhsîn Rizayî Mîr Qeyd 3 milyon û 300 hezar deng, Ebdulnasir Hîmmetî 2 milyon û 400 hezar deng û Emîr Husên Qazî Zade Haşimî jî 1 milyon deng wergirtine.

Li gorî vê encamê Reîsî bi rêjeya ji sedî 62 deng werdigre û ji bo ku di tura yekem de bibe serokkomar pewîstiya ji sedî 50+1 derbas kir bû 8emîn serokkomarê Îranê

Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serokkomarê ku ji aliyê gel ve hatî hilbijartin diyar bû û ew ê piştî 45 rojan erka xwe radestî wî bike.

Li Îranê, Serokomar 4 salan kar dike û kesek dikare herî zêde 2 caran li pey hev ji bo vê erkê were hilbijartin. Ji ber vê yekê Serokkomar Hasan Ruhanî nikaribû bibe namzet.

Diviyabû berbijêr ji sedî 50 + 1 dengan bistenda ku di tûra yekem de were hilbijartin.

Îbrahîm Reîsî di 14ê Berfenbara 1960an de li Meşedê ji dayîk bûye.

Reîsî berî Şoreşa Îslamî ya Îranê li bajarê Meşhed û Qumê dest bi bi xwendina olî kir. Di sala 1981an de dest bi karê dadmendiyê dike.

Reîsî ji sala 2019an da ve serokê Dadmendiya Îranê dikir.