Dibe ragihandina encamên hilbijartinên Îranê dereng bikeve

19-06-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Komîsyona Hilbijartinanan yê Îranê ragihand “Dibe ku ragihandina encama hilbijartinan dereng bikeve.”

Proseya dengdanê heya demjimêr 2ê serê sibehê bi fermî hate dirêjkirin, lê berpirsên Komîsyona Hilbijartinan ragiandin, eger li derdora navnedên dengdanê kesanek mabin, piştî demjimêr 2ê serê sibehê jî dengdan wê her berdewam be, ji ber ku ew kes wê ji bo nav navendên dengdanê bêne vexwandin û dengdan wê berdewam be.

Sekreterê Komîsyona Hilbijartinan, Îsmaîl Mûsewî ragihand, ji ber dirêjbûna proseya dengdanê, dibe ku ragihandina encama hilbijartinên Serokkomariyê jî dereng bikeve.

Di derbarê rêjeya beşdariyê jî berpirsên Îranê ti amerekê nadin, lê Îsmaîl Mûsewî gotye ku bi nerîna wî rêjeya beşdariyê zêdetir e ji rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlimanê.

Sala derbasbûyî hilbijartinên Parlimana Îranê kêmtirên rêjeya beşdariyê di dêroka Komara Îslamî de tomar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst