Aktrîsta Îranî ya navdar weke piştgirî bo kurdan cilûbergên Kurdî li xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Aktrîsta navdar a Îranî Mehnaz Afşar, li dijî heqareta li ser cilûbergên netewî yên Kurdî ya di medyaya Îranê de, wêneyeke xwe bi cilûbergên Kurdî li ser tora civakî ya Twitterê belav kir û li ser nivîsand: “Her Bijî Kurd”

Berî çend rojan di bernameyeke zindî de ku di kanala 2 a televîzyona fermî ya dewleta Îranê de hat weşandin, heqaret li cilûbergên Kurdî hatibû kirin û weke “cilûbergên şivantiyê” hatibû binavkirin.

Ew bêrêziya li hember cilûbergên netewî yên Kurd rastî bertekeke gelek berfireh a Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat, bi awayekê ku ji bilî medyayên Kurdî, medyayê farsî yên li navxweyê Îranê û derveyî Îranê jî giringî dan mijarê û bû rojev û li ser twitterê de Haştaga #CilênKurdî  #CilênŞivantiyê gelek zêde hatin bikaranîn.

Çalakvan û welatiyên asayî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kampanyayeke mezin bo şermezarkirina bûyerê û xwedîderketin li cilûbergên Kurdî dane destpêkirin.

Aktrîsta navdar a Îranî, Mehnaz Efşar jî li ser medyaya civakî piştgirî da wê kampanyayê.

Mehnaz Efşar cilûbergên Kurdî li xwe kiriye û wêneyê xwe yê bi van cilûbergan li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kiriye û li ser nivîsiye: “ Her Bijî Kurd.”

Aktrîsta Îranî ya navdar herwiha spasiya futbolîstê navdarê Kurd ê tîma Istqilal a Îranê, Wurya Xefûrî jî kiriye, ji ber ku cilûbergên Kurdî jê re şandiye.

Efşar aktrîsteke Îranî ye ku niha li derveyî Îranê dijî, piştî ku ji Îranê berê xwe da Ewropayê çendîn caran bi tundî siyasetên navxwe yên li Îranê rexne kiriye û ji ber wê yekê jî kesên ser bi hikûmetê ve wê weke “alîgira siyasetên Siûdiyê” bi nav dikin.

Di bernameyê de pêşkêşkarê bi navê Mihemed Cefer Xusrewî ji mêvanê xwe yê Kurd ê ji bajarê Kimaşan a Rojhilatê Kurdistanê, Ferîborz Ezîzî dipirse: “Ev çi çilûbergên şivantiyê ne te li xwe kirine?”

Mêvanê Kurd ê bernameyê jî di bersivê de dibêje“ev cilûberg di esil de yadigareke serdema Kawayê Hesinkar û Zehkê mar li ser mil e û em vê weke sembola azadî û rizgariya ji biyaniyan li xwe dikin.”

Li ser vê pirsa nijadperest û sivikatiya bi cilûbergên netewî yên Kurdî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, kurdan li ser medyaya civakî gelek bertek nîşan dan û tevî şermezarkirina vê bêrêziyê, wêneyên xwe bi cilûbergên Kurdî belav kirin.

Bi zêdebûn û berfirehbûna bertekan, Ferîborz Ezîzî çalakvanê Kurd neçar ma ku vidoyeke din li ser sosyal medyayê belav bike. Ezîzî di vê vîdyoyê de dibêje: “Wî pirsî û min jî bersiv da. Min jê re got ku ev sembol dîroka wê vedigere bo serdema Kawayê Hesinkar. Di berdewamiyê de jî dibêjin, ev cilûberg ji bo me sembola azadiyê ye li beramber zalim û biyaniyan. Piştî ku min ev bersiv da, pêşkêşkar jî got, belê min şaş kir û min wiha zanî ku ev kepenek (corek cillê şivantiyê) ye.”