Medyaya Îranê red dike ku mala Ayetullah Xumeynî hatibe şewitandin

18-11-2022
RÛDAW
Medyaya Îranê red dike ku mala Ayetullah Xumeynî hatibe şewitandin
Medyaya Îranê red dike ku mala Ayetullah Xumeynî hatibe şewitandin
Nîşan Ayetullah Xumeynî Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di medyaya civakî de vîdeoyeke maleke ku dişewite hatiye belavkirin û tê îdiakirin ku mala Damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Xumeynî yê ku ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye şewitandin lê medyaya Îranê red dike ku mala Xumeynî hatibe şewitandin û got ku hejmarek xwepêşander li ber malê kom bûne lê ne bi hejmareke mezin.

Vîdeoya li ser torên civakî nîşan dide ku xelk dirûşman dibêjin dema ku agir di malekê de bilind dibe. Çalakvan dibêjin, bûyer êvara Pêncşemê li bajarê Xumeyn, cihê jidayikbûna Ayetullah Xumeynî, li başûrê Tehranê qewimî.

Ew xanî berê kiribûn muzexane. Medyaya Îranê got, “Ev gotegot nerast in. Mala damezrînerê nemir ê şoreşa mezin ji xelkê re vekirî ye.”

Xumeynî di sala 1989an de koça dawî kir û Elî Xamineyî ji wê demê ve rêberê bilind ê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Jîna Emînî roja 16ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve ji ber ku çarşef li xwe nekiribû, hatibû girtin û bavê wê jî dibêje, ew bi lêdanê hatiye kuştin. Ji wê demê ve li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan berdewam in.

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan ên Îranê ragihand, heta roja 17ê Mijdarê, 381 sivîl ku 57 ji wan di 18 salî re ne, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin. Hejmareke berçav ji wan li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.

Ji şeva Sêşemê ve heta niha herî kêm 18 kes di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin. Li Bokanê 8, li Sineyê 4, li Kamyaranê 2, li Seqizê 2 û li Mehabadê jî 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst