Nûtirîn zanyarî li ser hilbijartinên Îranê

18-06-2021

23:58

Proseya dengdanê heta 02.00 hat dirêjkirin

Wêne: AA

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê proseya dengdanê heta demjimêr 02.00 bi dema Tehranê hat dirêjkirin.

Proseya dengdanê demjimêr 07.00 destpê kiribû û biryar bû demjimêr 00.00 bi dawî bibe.

Lê Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand ku proseya dengdanê bo 2 demjimêrên din jî hatiye dirêjkirin û dê heta 02.00 berdewam be.

Bi vî awayî proseya dengdanê dê 19 demjimêran berdewam be.

Nifûsa Îranê derdora 83 milyon e kes e û bi giştî 59 milyon û 310 hezar û 307 kes xwediyê mafê dengdanê ne ku 29 milyon û 980 hezar û 38 jê zilam û 29 milyon û 330 hezar û 269 jê jin in.

Zêdetir bixwîne

23:36

Wezareta Navxwe ya Îranê hişyarî da

Ajansa Fars a Îranê amar belav kirin

Ajansa Fars a Îranê ku ser bi aliyên Nerîtxwazan ve ye, ragihand ku heta demjimêr 19.30 bi dema Îranê, 22 milyon kes ku dike ji %37ê xelkê çûne ser sindoqan. Wezareta Navxwe ya Îranê jî hişyarî da.

Li gor zanyariyên wê ajansê, piştî daketine pileya germayê, rêje beşdarên hilbijartinê zêde bûye û tê pêşbînîkirin rêjeya beşdariyê bigihije ji %50.

Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Îranê jî piştî nûçeya Ajansa Fars ragihand, “Amarên fermî nayên qebûlkirin û nabe ti medyayek amarên nefermî belav bike.”

Zêdetir bixwîne

21:20

Proseya dengdanê hat dirêjkirin

Berdevkê Encûmena Parastina Destûra Îranê Ebas'elî Kedxudayî

Berdevkê Encûmena Parastina Destûra Îranê Ebas'elî Kedxudayî ji ajansa fermî ya Îranê re ragihand, rêjeya beşdariya di hilbijartinê de baş e. Herwiha proseya dengdanê heta demjimêr 00.00 hat dirêjkirin.

Ebas'elî Kedxudayî derbarê binpêkariyên di hiêbijartinê de amaje bi wê kir, binpêkarî di saetên sibehê de bûn û niha jî derbarê berdewambûna bangeşe û kêmiya rûpelên dengdanê, hinek gilî hatin tomarkirin û pêdeçûn bo tê kirin.

Malpera Encûmena Parastina Destûra Îranê ragihand ku heta demjimêr 19.00 bi dema Tehranê, 5 hezar û 752 gilî derbarê hilbijartinan de hatine tomarkirin.

Herwiha heyama dengdanê jî heta demjimêr 00.00 hat dirêjkirin.

Zêdetir bixwîne

20:38

Mînîbuseke taybet bi dengdanê wergeriya

Otobus li herêma Kereftû wergeriya
Otobus li herêma Kereftû wergeriya

Qaymeqamê bajarê Dîwandere ya li parêzgeha Sine ragihand, mînîbuseke sindoqa gerok a dengdanê li herêma Kereftû wergeriya û kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gor gotina Qaymeqamê Dîwandere Cemal Erşedî, di demjimêrên sibeha îro de, ji bo komkirina dengên xelkê gundewarên Kereftû ya Dîwandere mînîbusek arasteyî wê navçeyê hat kirin, lê ji ber “kêmterkexemiya ajokar” wergeriya.

Cemal Erşedî ragihand ku di encama wê bûyera trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da ku ew jî serbazekî pasewanê wê sindoqa dengdanê û 6 kes jî birîndar bûn ku ew jî ji birêvebirên hilbijartinê bûn.

Ew kesên birîndar ji ber birînên xwe yên giran bo Nexweşxaneya Dîwandere hatine veguhastin.

Herwiha Qaymeqamê Dîwandere ragihand, piştî bûyerê, tîmeke din ji bo komkirina dengên xelkê gundan bo herêma Kereftû hatiye şandin.

Zêdetir bixwîne

19:30

`Kerûbî dengê xwe da Hîmetî`

Mehdî Kerûbî

Mehdî Kerûbî ku yek ji rêberên destbiserdekirî yên Reformxwaz e dengê xwe da û bi gotina Sekreterê Hizba Karguzaran a Sazindegî (Çêkirin) ya Îranê Xulamhusên Kerbasçî, Mehdî Kerûbî dengê xwe da Ebdulnasir Hîmetî.

Mehdî Kerûbî ku îro bi rêya sindoqa gerok dengê xwe da, berî niha daxwaz ji xelkê kiribû beşdariyê di hilbijartinan de bikin û hişyarî jî dabû “Tevgereke biçûk ku pêgeha cemawerî nîne” dixwaze aliyê komarîbûna Komara Îslamî ji nav bibe.

Mehdî Kerûbî yek ji berbijêrên hilbijartina serokomariyê ya 2009an bû û li gel Mîrhusên Musewî di hilbijartinê de li hember Mehmûd Ehmedî Nejad biserneketibûn.

Lê li gor wan di wê hilbijartinê de bi qazanca Ahmedî Nejad sextekarî hat kirin û wan alîgirên xwe anîbûn ser şeqaman. Ji ber wan bûyerên ji wê demê ve ew di malên xwe de destbiserdekirîne.

Herwiha Mîrhusên Musewî berevajî Kerûbî daxwaz ji xelkê nekir ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Zêdetir bixwîne

18:37

Zêdetirî 130 hezar endamên Supaya Pasdaran asayişa binkeyên dengdanê digirin

Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî

Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî dibêje, zêdetirî 130 hezar Besîcî û fermandeyên Supaya Pasdaran ji bo parastina ewlehî û asayişa hilbijartinê alîkariya hêzên polîs dikin.

Li gor gotina Husên Selamî, fermandeyên hemû liqên Supaya Pasdaran li parêzgehan jî ji bo birêveçûna hilbijartineke ewle, alîkariya polîs dikin.

Fermandarê Polîsê Îranê Husên Eşterî berî niha ragihandibû, fermandeya Supaya Pasdaran li Navenda Fermandeya Polîs bicih bûye û jibilî amadebûna hêzên Besîç û Supaya Pasdaran li ser sindoqoên dengdanê, li derveyî navendên dengdanê jî “hêzên Îtla'atê çalak in.”

 Husên Eşterî gotibû jî, “Heta niha ti haleteke emnî li hilbijartinan rû nedaye.”

Zêdetir bixwîne

18:01

Medyaya Îranê: Nêzikî 14 milyon kesan deng da

Wêne: AFP

Proseya dengdanê li Îranê berdewam e û ajansa Fars a nêzikî Supaya Pasdaran belav kir ku heta demjimêr 16.45 bi dema Tehranê, zêdetirî 14 milyon kesan, wate ji %20ê xelkê çûne ser sindoqan û deng dane.

Berdevkê Encûmena Parastina Destûra Îranê Ebas'elî Kedxudayî aşkere kir, ew amarên li ser malper û toran tên belav kirin, amarên tekez nînin û encamên hilbijartinê, piştî komkirina dengan ji aliyê Encûmena Parastina Destûrê ve, dê bên ragihandin.

Hevdem piştî derbirîna nerazîbûna Navenda Hilbijartinê ya Îbrahîm Reîsî li ser rûdama pirsgirêkan di tevgera hilbijartinê, Sekreterê Encûmana Parastina Destûrê Ehmed Cenetî di nameyeke fermî de bo Wezîrê Navaxwe yê Îranê, daxwaz kir ew pirsgirêk bên çareserkirin.

Ehmed Cenetî ku di heman demê de Serokê Navenda Çavdêriya Hilbijartinan e, dibêje, “Ji parêzgehan raportên cor bi cor digihijin ber destê me, ku sindoqên elektronîk li bajar û gundan, tevgera birêveçûna hilbijartinan gelek hêdî kiriye, qerebalxiyeke zêde pêk aniye û di tevgera hilbijartinê de alozî çê kiriye.

Malpera Encûmena Parastina Destûra Îranê belav kiriye, heta demjimêr 16.00 bi dema Tehranê, raporta nêzikî 5 hezar binpêkiriyan gihiştine destê wan.

Li gor zanyariyên çavkaniyên xwecihî, berbijêrê serokomariyê Muhsîn Qazî Zade Haşîmî, ji ber wan pirsgirêkan nêzikî 3 demjimêran çaverê kiriye ta ku bikare dengê xwe bide.

Zêdetir bixwîne

17:20

Polîsê Gîlanê: 27 kes hatin desteserkirin

Cîgirê Fermandarê Polîsê Parêzgeha Gîlanê Husên Hesen Pûr

Cîgirê Fermandarê Polîsê Gîlanê ragihand, ew dê rûbirûyê her kesê ku girîft û astengiyan li ber proseya dengdanê çê bike, bibin û aşkere jî kir, heta niha 27 kes ji ber çêkirina astengiya hatine desteserkirin.

Cîgirê Fermandarê Polîsê Parêzgeha Gîlanê Husên Hesen Pûr, tekez kir ku ew dl bi tundî rûbirûyê her gef û pêngaveke neyasayî ya ji bo pêkanîna girîft û têkdana asayişa hilbijartinan bibin û ev sereketirîn karê hêzên polîs e û “amadekariyên me yên temam hene ji bo birêvebirina hilbijartinê.”

Ew berpirsê polîsê Gîlanê aşkere dike, heta niha ji bo dabînkirina asayişa hilbijartinê, 7 karwanên bangeşeya hilbijartinê, 47 binpêkariyên ku li derveyî dema bangeşeyê poster belav kirine, ji aliyê polîs ve rastî lêpirsînê hatine û 27 kes jî desteser kirine.

Parêzgeha Gîlanê dikeve bakurê Îranê.

Zêdetir bixwîne

15:59

Rikeberê serekî yê Reîsî, Ebdulnasir Himetî dengê xwe da

Berbijarê hilbijartina serokatiya Îranê Ebdulnasir Himetî li navendeke dengdanê li Tehranê. Wêne: Tasnim

Ebdulnasir Himetî rikeberê serekî yê Îbrahîm Reîsî di hilbijartina serokkomariya Îranê de, îro li navendeke dengdanê li Tehranê amade bû û dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

Himetî xwe weke kesekî reformxwaz bi nav dike û tevî ku hin kesayetî û aliyên reformxwaz piştgiriya wî dikin, lê aliyên serekî ya reformxwazan ragihandine, ji ber berbijarên wan hatine redkirin, di hilbijartinên serokkomariyê de ti berbijarên wan tune ne û ew piştgiriya ti kesî jî nakin.

Di 13mîn gera hilbijartinên serokatiya Îranê de 4 berbijar hene ku ev in: Îbrahîm Reîsî, Ebdulnasir Himetî, Muhsin Rizayî û Ebdulriza Haşimî Qazîzade.

Zêdetir bixwîne

15:37

Kempîna Reîsî ji proseya dengdanê nerazî ye

Îbrahîm Reîsî di dema dengdanê de li Tehranê. Wêne: Atta Kenare/AFP

Kempîna hilbijartinên Îbrahîm Reîsî, berbijarê serokkomariya Îranê bi fermî nerazîbûna xwe li hember awayê birêveçûna proseya dengdanê radestî Komîteya Hilbijartinan a li Wezareta Navxwe ya Îranê kir û dibêje, li hin navendên dengdanê jibo wan pirsgirêk derketiye.

Di nameyekê de bo Serokê Komîsyona Bangeşeyên Hilbijartinên Serokkomariya Îranê, kempîna hilbijartinê ya Reîsî ragihandiye: “Tevî ku ji demjimêr 07:00 sibehî ve (bi dema Tehranê) dengdanê destpê kiriye, lê li gore w raportên ku ji navçeyên cuda yn Îranê ve gihîştine me, astengên ciddî di proseyê de hene ku beşek ji nerazîbûnan bo Wezareta Navxwe hatine şandin.”

Kempîna Reîsî herwiha daxwaz kiriye, pêngavên bilez bên avêtin bo hişyarîdan bi pêşkêşkarên bultenên nûçeyan ên radyo û televîzyona Îranê û navendên parêzgehan û herwiha wezareta navxwe.

Di nameya xwe de, Kempîna Îbrahîm Reîsî diyar nekiriye, ku ew ji çi tiştî nerazî ne û pirsgirêk çi ne, bi taybet amaje bi nerazîbûnên xwe ji radyo û televîzyona fermî ya Îranê nekiriye ku rikeberên Reîsî berdewam ew sazî bi alîgiriya Reîsî û bangeşekirina di berjewendiya wî de tometbar dikin.

 

Zêdetir bixwîne

11:51

Rêberê reformxwazên Îranê Xatemî dengê xwe da

Seyid Mihemed Xatemî îro di dema dengdana bo hilbijartinên serokkomariya Îranê de li Tehranê.

Seyid Mihemed Xatemî serokkomarê pêştir ê Îranê ku weke rêberê reformxwazên Îranê tê naskirin û du geran serokkomarê Îranê bûye, îro di demjimêrên destpêkê yên vekirina navendên dengdanê de beşdarî di hilbijartinan de kir û dengê xwe da.

Xatemî derbarê encamên hilbijartinên serokkomamriya Îranê de jî got, “ez pêşbînî nakim.”

Di bersiva pirsa, peyama te jibo xelkê Îranê çî ye, Xatemî got “Spasiya xelkê Îranê dikim.”

Çend roj beriya niha û dema ku piraniya berbijarên hilbijartinên serokatiya Îranê û bi taybet jî berbijarên eniya reformxwazan ji aliyê Encûmena Çavdêriyê ve hatin redkirin, Xatemî rexne li wê yekê girtibû û gotibû, “sîstema komariyê li Îranê metirsî li ser heye” û redkirina berbijaran ti wateyê bo komarîbûna sîstema Îranê nahêle.

 

Zêdetir bixwîne

11:10

Nazim Debax: Hilbijartinên Îranê bandorê li peywendiyên Hewlêr-Tehranê nake

Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Nazim Debax

Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Tehranê dibêje, hilbijartinên serokkomariya Îslamî ya Îranê bandorek neyînî li ser siyaseta ligel Herêma Kurdistanê neke.

Herêma Kurdistanê 625 kîlometiran sînorê hevbeş li gel Îran û rojhilata Kurdistanê heye, û di rêya çar dergehên sînorî yên fermî û çendîn dergehên ne fermî, li hevguhertina bazirganiyê li gel wî welatî dike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê tekezî li ser vê yekê dike, ku hilbijartinên îro yên Îranê ti bandorekê nerînî li ser peywendiyên Hewlêr û Tehranê çênake. 

Du konsulxanên Îranê  li Herêma Kurdistanê hene. Konsulê Îranê li Silêmaniyê jî dibêje, kîjan berbijêr serbikeve, dê giringiyê bi bihêzkirina peywendiyan li gel welatên cîran bide. Îbrahîm Reîsî ku li gorî rapirsiyan şansê wî yê serketinê zêdetir ji yên dine, destpêka îsal dema ku seredana Bexdayê kiribû li gel şandeke PDKê civiya bû û daxwaz kiribû aliyên siyasî yên Kurdistanê yekrêz û yekgirtî bin û ji Amerîka dûr bikevin.

Berbijêrê hilbijartinên serokomariya Îranê Îbrahîm Reîsî herwiha daxwaz ji şanda PDKê kiribû yên ku li Îranê biryara desteserkirinê ji wan rê tê dan, Herêma Kurdistanê wan neparêze û radestî Îranê bike.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê de li ser asta partiyan û hikûmetê ye. Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescîdî têkeliyan  bi  peywendiyên kûr û kevin bi nav dike.

Balyozê Îranê li Iraqê Îrec Mescîdî dibêje: “Îranê bi Iraqê re  bihayê 13 milyar dolaran bazirganî heye, zêdehiya wê  jî bi rêya Herêma Kurdistanê ye.”

Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Tehranê tekez dike ku, hilbijartina serokkomariya Îranê dê bandorek neyînî li ser siyaseta navçeyê neke, bi taybetî ligel Herêma Kurdistanê.

Nûnênerê Hikumeta Herêma Kurdistanê  li Îranê Nazim Debax got: “Herêma Kurdistanê peywendiyên cografî, siyasî, aborî û emnî ligel Komara Îslamî ya Îranê hene. Pêwîstiya herdu aliyan bi havkariyê heye, ez di wê baweriyê de me hilbijartina serokkomarê nû yê Îranê dê bandorek neyînî li ser peywendiyên Hewlêr û Tehranê neke.”

Herêma Kurdistanê sînoreke dûrûdirêj ligel Îranê heye, ji Dalanpir destpêdike heya jorê Îran, herwiha xwediyê 3 deriyên sînorî yên navdewletî ye ligel Îranê. Ew jî Hacî Omeran, Perwêzxan û Başmaxe. Ligel hejmarek xalên  sînorî.

Balyozê Îranê yê li Iraqê di hevdîneke ligel kanala fermî ya wî welatî dibêje: “Em herêma Kurdistanê bi welatê xwe yê duyem dizanin.”

Îranê bo demê çendîn salan e li Hewlêr û Silêmaniyê du balyozxane vekirine, balyozê Hewlêrê siyaseta welatê xwe cîgir û balyozê Silêmaniyê jî peywendiyên Tehranê ligel Hewlêrê  bi piralî bi nav dike.

Konsulê Îranê yê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî jî dibêje: “Siyaseta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ron û eşkere ye, li gor rêkarên hizir li ser hatiye kirin û biryarên desthilata nizamî derdixe, siyaseta derve jî li gor wê birêve diçe.”

Konsulê Îranê yê li Silêmaniyê Mehdî Şûşterî jî got: “Me peywendiyek gelek baş ligel herêma Kurdistanê heye di warên cuda yên wek kulturî, siyasî, aborî û bazirganî. Me heft xal û deriyên sinorî yên hevbeş ligel Herêma Kurdistanê hene. Peywendî û alogoriyek gelek baş ligel Iraq û Herêma Kurdistanê heye. Ji ber wê jî tekez her kîjan ji wan berbijêran bibe serokkomar, ev siyaseta ku girîngiyê bi pêşxistina peywendiyan ligel welatên cîran  dide, xurt dimîne û berdewam dibe.”

Di salên derbasbûyî de gelek caran Mihemed Cewad Zerîf weke wezîrê derve yê Îranî seredana Herêma Kurdistanê kiriye û tekez li ser pêşxistina peywendiyan di navbera herdu aliyan de kiriye, herî dawiyê di meha Nîsana Îsal de jî seredanek pêkanîbû.

Zêdetir bixwîne

10:49

Hesen Ruhanî dengê xwe da

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî îro li Komîteya Hilbijartinan a Wezareta Navxwe ya Îranê, li Tehrana paytexta wî welatî dengê xwe da. Wêne: IRNA

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî îro serdana avahiya Wezareta Navxwe ya welatê xwe kir û li Komîteya Hilbijartinan a wezaretê dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

Hesen Ruhanî tekezî li ser parastina dengê xelkê ji aliyê birêveberên hilbijartinan ve kir û diyar kir: “Xwedê nekirî bila tenê dengek jî neyê guhertin, helbet herdem ew hatiye liberçavgirtin, vê care jî dê bê liberçavgirtin.”

Ruhanî amaje bi wê yekê kir ku hilbijartinên îro û bi taybet hilbijartinên serokatiyê pir giring in û bang li xelkê Îranê kir û got: “Ez daxwaz ji xelkê ezîz ên li seranserê welat dikim ku îro li ser sindoqên dengdanê amade bibin û deng bidin kesê ku dixwazin.”

Hesen Ruhanî destnîşan kir, tevahiya cîhanê îro çavê wan li ser sindoqên dengdanê û refên xelkê ye, bi îzna xwedê em karekî bikin ku hemû hezkiriyên Îranê li cîhanê kêfxweş û dijminên Îranê jî bê hêvî bibin.

Serokkomarê Îranê daxwaz ji rayedaran jî kir ku tendirustiya xelkê biparêzin û haydar bin daku “tendirustiya xelkê û rêkarên tendirustiyê bêne parastin.”

 

Zêdetir bixwîne

09:32

Îbrahîm Reîsî dengê xwe da

Yek ji berbijarên 13mîn gera hilbijartinên serokatiya Îranê, Îbrahîm Reîsî li Tehranê dengê xwe da. Wêne: AFP / ATTA KENARE

Îbrahîm Reîsî yek ji berbijêrên hilbijartinên serokatiya Îranê, îro di demên detpêkê yên vekirina navendên dengdanê de, li navendeke dengdanê amade bû û dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

Îbrahîm Reîsî piştî dengdanê ji medyayê re axivî û daxwaz ji xelkê Îranê kir, her ji demjimêrên destpêkê ve biçin ser sindoqan û beşdarî di dengdanê de bikin.

Reîsî amaje bi wê yekê kir, ku “gel mafdar e ku aciz e, ji ber hin kêmasî hebûne, lê eger ev yek bibe sedema beşdarînekirinê, ev şaş e.”

Di beşeke din a axavtina xwe de, Reîsî diyar kir, “sozên ku min di dema kempînên hilbijartinan de dane, jibo çareserkirina pirsgirêkên xelkê bûn û jibo pêkanîna wî karî ez şev û rojê nas nakim û dê tevahiya hewldanên xwe bixim tevgerê.”

Reîsî berbijarê serekî yê eniya muhafizekar a li Komara Îslamiya Îranê ye û ji ber nebûna ti rikeberekî bihêz û redkirina berbijêrên reformxwaz ji aliyê Encûmena Çavdêriyê ve, tê pêşbînîkirin ku di hilbijartinan de piraniya dengan bidestbixe.

Ji bo 13mîn gera hilbijartinên serokatiya Îranêm çar berbijêr rikeberiyê dikin.

Ebdulnasir Himetî berbijêrê Miyanrew ku beşek ji reformxwazan piştevaniya wî dikin û Muhsin Rezayî fermandeyê berê yê Supaya Pasdaran û Ebdulriza Haşimî Qazîzade berbijêrê nerîtxwazên tundrew, sê berbijarên din in ku di wê rikaberiyê de beşdar in, da ku yek ji wan ji bo çar salên bê bibe Serokomarê Îranê.

Zêdetir bixwîne

09:14

Rêberê Komara Îslamiya Îranê li Tehranê deng da

Rêberê Komara Îslmaiya Îranê, Ayetullah Elî Xaminêyî

Rêberê Komara Îslmaiya Îranê, Ayetullah Elî Xaminêyî li gel vekirina navendên dengdanê û destpêkirina hilbijartinan, wek yekem kes li navenda dengdanê ya “Huseyniye ya Îmam Xumêynî” ya li Tehranê amade bû û dengê xwe xiste nav sindoqa dengdanê.

Elî Xaminêyî piştî dengdanê gotarek pêşkêş kir û têde daxwaz ji xelkê Îranê kirk u beşdarî hilbijartinan bibin.

Rêberê Îranê ragihand, bi qasî ku beşdariya xelkê di hilbijartinan de zêdetir be, dê pêgeha Îranê di qada navdewletî de bihêztir bibe. Xaminêyî diyar kir, dengdan erkekî niştimanî yê li ser milê hemû welatiyan e û pêwîst e hemû xelkê Îranê wê erkê xwe pêk bînin.

Beriya niha jî Xaminêyî di twîttekê de berê xwe dabû xelkê Îranê û nivîsandibû, gazinên we ji rewşa xirab di cihê xwe de ne lê neçûna ser sindoqên dengdanê ne çareserî ye.

 

 

Zêdetir bixwîne

08:49

Li Îranê dengdana ji bo hilbijartinan destpê kir

Navendeke dengdanê li Tehran a paytexta Îranê. Wêne: AFP

Îro Înê 18ê Hezîranê di demjimêr 07:00 bi dema Tehranê ku dike 05:30 bi dema Hewlêrê, 13mîn hilbijartinên serokatiya Îranê, 6mîn hilbijartinên encûmenên bajar û gundan û herwiha dengdana ji bo parlamentoya Îranê û encûmena şarezayên rêbertiyê li wan bajarên ku yekalî nebûne, destpê kir.

Li gor Wezareta Navxwe ya Îranê, dengdana di hilbijartinan de dê heta saet 12ê şev bi dema Tehranê berdewam be. Wezareta Navxwe herwiha ragihandiye, eger heye dema dengdanê heta demjimêr 02:00 serê sibeha Şemiyê bihê dirêjkirin û jibo wê yekê jî amaje bi rêkarên xweparastina ji vîrusa coronayê kiriye.

Zêdeyî 66 hezar sindoqê dengdanê li nav bajaran û 75 hezar sindoqên dengdanê li gundan hatine vekirin, û dengder dikarin bi hebûna nasnameyê û karta niştîmanî ya Îranî deng bidin.

Di hilbijartinên îro de 59 milyon û 311 hezar kesan mafê dengdanê hene, ku 29 milyon û 980 hezar û 38 kes mêr in û 29 milyon û 330 hezar û 269 kes jî jin in.

Temenê yasayî yên dengdanê li Îranê 18 sal e û hejmara kesên ku îsal bo cara yekemîn dibin xwedî mafê dengdanê, 1 milyon û 392 hezar û 184 kes in.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade jî ragihandiye, ji bo hilbijartinên 234 sindoqên dengdanê li 133 welatên cîhanî bo Îraniyên

Ji bo hilbijartinên serokomar çar kes berbijêrin, Îbrahîm Reîsî berbijêrê sereke yê Nerîtxwazan, Ebdulnasir Himetî berbijêrê Miyanrew ku beşek ji rîformxwazan piştevaniya wî dikin û Muhsin Rezayî fermandeyê berê yê Supaya Pasdaran û Ebdulriza Haşimî Qazîzade berbijêrê nerîtxwazên tundrew rikaberiyê dikin da ku ji bo çar salên bê bibin serokomarê Îranê.

Li gor saziya rapirsiyê ya ISPA ya ser bi ajansa ISNA ya Îranê ve, li gor rapirsiya herî nû, Reîsî dê piraniya dengan bi dest bixe û %61.7 deng dê bo Reîsî bin. ISPA ragihandiye, li gor rapirsiya niha û berî, xuya bûye ku dengên Reîsî bi rêjeya %1 zêde bûye.

Di heman rapirsiyê de hatiye xuyakirin, ku Muhsin Rizayî di pileya duyem a bidestxistina dengan de tê ku %8 dengan ji wî re dibin.

Li gor rapirsiyê, Ebdulnasir Himetî tenê %3.6 dengan bidest dixe.

ISPAyê pêştir ragihandibû, li gor encamên rapirsiyeke wan, tenê %34.1 dengderên Îranî dê beşdariyê di hilbijartinên vê carê de bikin, ku ji destpêka damezrandina Komara Îslamiya Îranê ve rêjeya herî kêm a beşdariyê ye.

 

Zêdetir bixwîne