Îlam di wî warî de li pêşiya Tehranê ye!

Îlam (Rûdaw) – Li gorî amarên fermî yên Îranê, eyaleta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ku biçûktirîn eyaleta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye, di warê sûc û tawanan de di rêza yekem de ye. Parêzerekî kurd jî dibêje, sedema bingehîn a vê yekê, piştguhxistina Îlamê ji aliyê dewletê ve ye.

Serokê navenda amarê ya dadweriya giştî ya Îranê, Hemîd Şehriyarî ragihandiye, par li eyaleta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê 8 hezar û 200 dosya û dozên sûc û tawanan hatine tomarkirin.

Şehriyarî her wiha gotiye, bi vê yekê Îlam di warê sûc û tawanan de li pêşiya Tehranê jî ketiye, çimkî par li Tehranê ku zêdetirî 13 milyon kes tê de dijîn, 6 hezar û 109 dosya û dozên sûcê hatine tomarkirin.

Parêzerê kurd Salih Nîkbext li ser vê yekê ji Rûdawê re got, helbet ew amarên ku hikûmetê ragihandiye, mirov nikare zêde pê bawer bike çimkî gellek dosya û doz bi navbeynkariya mezin û rihspiyan tên çareserkirin.

Salih Nîkbext li ser sedema zêdebûna sûc û tawanên civakî li Îlamê jî got, sedema bingehîn a zêdebûna wan sûc û arîşeyan, piştguhxistina Îlamê ji aliyê hikûmetê ve û pêkhateya eşîrî ya wê deverê ye.

Li gorî wî parêzerê kurd, eşîrtî li pêşiya geşekirina Îlamê asteng e ji ber ku di koka piraniya arîşe û tawanên civakî de çanda eşîrtiyê heye.

Îlam li başûrê Rojhilata Kurdistanê ye û di warê nifûsê de biçûktirîn eyaleta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Rêjeya bêkarî û xwekuştinê li Îlamê pir zêde ye.