Îranê Şahê Siûdiyê Şah Selman vexwend Tehranê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rêkeftina meha bihorî ya her du welatan bo asayîkirina peywendiyên xwe ku zêdeyî heft salan e peywendiyên xwe bi hev re qut kirine, Îranê bi fermî Şahê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz vexwend ku serdana Tehranê bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Nasir Kenaanî roja Duşemê 17ê Nîsana 2023an di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê ragihand, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi fermî Şah Selman Şahê Siûdiyê vexwendiye Îranê.

Kenaanî bi bîr xist ku Erebistana Siûdiyê di destpêka vê mehê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bo serdana wî welatî vexwendiye.

Îran û Erebistana Siûdî piştî 7 salan bi navbeynkariya Çînê di 11ê Adarê de dîsa dest bi danîna têkiliyên dîplomatîk kirin. Li gor wê lihevkirinê, Tehran û Riyadê qebûl kirin ku peywendiyên xwe asayî bikin, balyozxaneyên xwe vekin û geştên esmanî di navbera her du welatan de jî dest pê bike.

Niha şandên teknîkî yên her du welatan mijûlî vekirina balyozxaneyên xwe ne û hikûmeta Îranê jî aşkere kiriye, erkên wan şandên teknîkî di 9ê Gulanê de dest pê dikin.

Di çarçoveya normalkirina têkiliyên Riyad-Tehranê, heftiya bihorî wezîrên derve yên Siûdiye û Îranê bo yekemîn car piştî 7 salan li Pekîn a paytexta Çînê civiyabûn.

Piştî civînê jî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan derbarê civîna xwe ya ligel hevtayê xwe yê Siûdiyê daxuyanî da û got, civîn erênî derbas bûye.

Piştî ragihandina rêkeftina Tehran-Riyadê, heftiya bihorî William Berns bi serdaneke neragihandî çû Siûdiyê û bi berpirsên bilind ên wî welatî re civiya. Berns di hevdîtina ligel berpirsên Siûdiyê de tekezî li hevahengiyên emnî û pevguhertina zanyariyên istixbaratî di navbera her du welatan de kir.

Di sala 2016an de piştî ku Siûdiyê oldarekî Şîe yê bi navê Şêx Nemr El-Nemr bi darve kir, li Îranê hejmarek welatî û alîgirên hikûmetê êrîşî avahiya Balyozxaneya Siûdiyê ya li Tehranê kirin û agir berdan avahiyê.

Di heman demê de Konsulxaneya Siûdiyê ya li Meşhedê jî rastî êrîşê hat.

Piştî wan bûyeran, Siûdiyê hemû peywnediyên xwe bi Îranê re qut kirin û dîplomatên xwe ji Îranê vegerandin.