Li Îranê polîsên exlaqê cardin vedigerin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê polîsên exlaqê (geştên îrşadê) ku dihat gotin di meha Berfenbera borî de hatiye betalkirin cardin vedigerin.

Berdevkê Teşkîlata Polîsên Îranê Seyîd Muntezer El-Mehdî ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî kesên ku rêzika hicabê binpê dikin li seranserê dest bi sepanê kirine.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Berdevkê Teşkîlata Polîsan Seyîd Muntezer El-Mehdî der barê mijarê de agahiyan da.

Mehdî dibêje “Li seranserê welêt li dijî kesên ku bi israr rêgeza hîcabê binpê dikin dê dewriyeyên wesayît û peyayan bên avakirin. Ev kes wê ji aliyê polîsan ve bên hişyarkirin. Eger guh nedin hişyariyan dê ew kes bo meqamên edlî bên şandin.”

Berdevkê polîsan ji jinan xwest ku di vê mijarê de alîkariya polîsan bikin.

Hat dîtin ku polîsên exlaqê yên jin û mêr bi wesayitên nîşankirî li kolanên Tehranê digerin.

Di meha Îlona sala borî de li Tehranê jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî piştî ku ji aliyê polîsên exlaqî ve hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da, li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê xwepêşandan dest pê kiribûn.

Di mudaxeleya polîsan de zêdeyî 500 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan û 20 hezar kes jî hatin desteserkirin.

Di çalakiyan de daxwazên ji bo sivikkirina qanûna hîcebê ya ku ji sala 1979’an û vir ve tê meşandin, dîsa hatibû rojevê.

Piştî xwepêşandanên ku nêzî 4 mehan berdewam kirin, li hin bajaran jin ji ber ku pabendî rêzikên hîcabê nayên, tên rexnekirin.

Di dema ku li ser medyaya civakî tê dîtin ku li Îranê hin jin bê hîcab li kuçe û kolanan û cihên kar digerin, muhafezekarên alîgirê rejîmê ku di van demên dawî de ji ber vê rewşê ne razî ne, bertek didin vê rewşê û  bang li rayedaran dikin ku rêgezan bi cih bînin.

Di Berfenbara sala borî de hatibû ragihandin ku erka geştên Îrşad ku bi navê "polîsên exlaqe" tê naskirin, ku beşek ji hêzên sepandina yasayê ne, bi dawî bûye.

Polîsên Exlaqê wek sazî sala 2005an di serdema serokkomarê wê demê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad de bi navê “Plana Berfireh a Dawpakiyê” hat damezrandin, polîsên exlaqê beşek ji vê plane ne.

Bi dehan tîmên gerok bi otomobîlên taybet şev û roj li ser cade û cihên giştî digerin; navenda wê ya lêpirsînê jî heye.