“Îran 24 lîwa û 138 ketîbe bo şerê li Sûriyê amade kirine”

 

Hewlêr (Rûdaw)- Fermanderê Hêzên Pasadarên Îranê, Mihemed Iskenderî ragihand ku şerê li Sûriyê şerê Îranê li dijî Amerîka ye herwiha aşkere kir  ku Îran 42 lîwa û 138 ketîbe bo şerê li Sûriyê amade kirine.

Pêr, 15.05.204, Mihemed Iskenderî li parêzgeha Hemedan li Îranê ragihand ku welatê wî “42 lîwa û 138 ketîbe amade kirine bo rûbirûbûna dujminan li Sûriyê” bêy ku ti zaniyarên zêde li ser van hêzan bide.

Iskenderî di gotina xwe de ku di çarçoveya kampaniya komkirina alîkariyan bo “Gelê Sûriyê” pêşkêşî encumena bajarê Malayer kiribû ragihand ku şerê li Sûriyê şerê Îranê li dijî Amerîka ye.

Herwiha navhatî da zanîn ku “Pêwîstiya Sûriyê bi çekan nîne, ji ber ku Hêzên Pasdarên Îranê 42 lîwa û 138 ketîbe amade kirine û ew di amadebşiyê de ne bo rûbirûbûna dujminan” herwiha da znaîn ku ew hêz ji “Elewî, Sine û Şîe“ pêk hatine.

Ev çend rojin ku Hêzên Pasdarên Îranê dest bi kampaniyake komkirina alîkariyan bo “Gelê Sûriyê” kirine bo şandina alîkariyên nedarayî, bo 14 parêzgehên li Sûriyê.

Di vê barê de Fermanderê Hêzên Pasdarên Îranê ragihand ku dê Hemedan alîkariya parêzgeha Hemayê li Sûriyê bike.