Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber zêdebûna metirisya belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê, hikûmeta wî welatî biryar da ku hatinûçûna li 11 parêzgehan bihê sînordarkirin. Li gor amarên herî dawî, li Îranê heta niha 853 kesan bi sedema vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Hejmara tûşbûyên koronayê li Îranê gihîşte 14 hezar û 991 kesan, herwiga 853 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 996 kes jî baş bûne,
Roja bihorî civîna komîteya rûbirûbûna Koronayê li Îranê hat lidarxistin. Di civînê de biryar hat dan, hatinûçûn li 11 parêzgehên ku rêjeya herî zêde ya tûşbûnê têde heye bê sînordarkirin.
Wezîrê Rê û Şarsaziyê yê Îranê Mihemed Islamî ragihand, ku wan di civînê de biryar dane li ser rêyên sereke yên çûnûhatinê li bajaran xalên tendirustiyê bêne danîn û rê nedin kesên ku nexweşê koronayê ne yan guman li ser wan heye derbas bibin.
Mihemed Islamî herwiha got, li tevahiya termînal,firokexane û wêstgehên trênan fermanberên tendirustiyê têne bicîkirin bi mebesta kontrolkirina geştyaran.
Wezîrê Rê û Şarsaziyê yê Îranê herwiha ragihand, li 11 parêzgehên ku rêjeya herî zêde ya tûşbûyan hene, hikûmetê desthilat daye parêzgaran ku hatinûçûnê sînordar bikin, lê belê tekez kir, ti biryarek ji bo qedexeya hatinûçûna xelkê bo ti cihekê nehatiye dan.
Wî rayedarê hikûmeta Îranê ti amajeyek bi navê wan parêzgehan nekiriye, lê belê li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Îranê, rêjeya herî zêde ya tûşbûyên Koronayê li parêzgehên Tehran, Isfehan, Mazenderan, Qum, Gîlan, Erak, Meşhed, Simnan, Qezwîn, Tewrêz û Xûzistanê hatiye tomarkirin.
Berpirsên ewlekariyê yên Îranê jî dane xuyakirin, her kesê ku tûşbûyeke koronayê veşêre yan kesê tûşbû serdana navendên pizîşkî neke, dê ew yek weke tawan li dijî tendirustiya civakê bê dîtin û dê kesên wisa bêne cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse