12 kes ji malbata xwe kuştin, polîsan jî ew kuşt

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Kirman Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Kirmanê ya li başûrrojhilatê Îranê kesekî bi kalaşnîkofê 12 xizmên xwe kuştin.

Li gorî nûçeya IRNAya ajansa fermî ya Îranê, li navçeya Faryabê ya eyaleta Kirmanê di encama nakokiyên navxweyî de, kesekî danê sibê bi kalaşnîkofê êrişî mirovên xwe kir.

Wî kesî bav û birayê wî jî di nav de, 12 kes ji malbata xwe kuştin ku li malên cuda bûn.

Êrişkarê 30 salî yê ku piştî bûyerê reviya, di operasyona ekîbên polîsan de hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst