Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Me ewlehiya xwe ya neteweyî parast

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahyan li ser êrişa Hewlêrê got, “Me baregeha Mossadê kire armanc.”

Herwiha Ebdulahyan diyar kir, “Em Îraqê hedef nagirin. Êrîşa li Hewlêrê di çarçoveya parastina ewlehiya me ya neteweyî de bû.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahyan li bajarokê Davosê yê Swîsreyê di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Cîhanê de beşdarî rûniştinekê bû û derbarê pêşhateyên herêmê de bersiva pirsan da.

Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekên balistîk êrişî Hewlêr, Îdlib û Pakistanê kiribû.

Ebdulahiyan di bersiva pirseke derbarê van êrişan de îdia kir ku wan “li Îraq û Pakistanê yên ku gef li ewlehiya wan dixwin kirine armanc.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebdulahyan got “Me li Hewlêrê li baregeha sîxuriyê ya Îsraîlê xist.

Em derbarê xebatên Mossadê yên li Herêma Kurdistanê bi Îraqê re îstixbaratê parve dikin.

Em Îraqê hedef nagirin. Êrîşa li Hewlêrê di çarçoveya parastina ewlehiya me ya neteweyî de bû.

Em rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa Îraq û Pakistanê digirin lê belê em rê nadin ku ewlehiya Îranê bikeve xeterê.

Em ewlehiya Îraq û Pakistanê wekî ewlehiya Îranê dibînin.”

Husên Emîr Ebdulahyan di beşeke din a axaftina xwe de wiha anî ziman, “Îranê bi mûşek û dronan êrişî ti welatiyekî Pakistanê nekirye.

Me Grûpa Ceyş-ul Adl kir hedef, ne welatiyên Pakistanê. Armanca me terorîstên Îranî yên li axa Pakistanê bûn.”

Li aliyê din Ebdulahyan bal kişand ser şerê Xezeyê û Deryaya Sor û wiha pê de çû:

“Îro Libnan dikeve şer, em dibin şahidê şerê li Deryaya Sor.

Îro em dibin şahidê komkujî û dijwariya şer û birçûbûna gelê Filistînê li Xeze û Şerîeya Rojava.

Divê Netanyahu fam bike ku şer ne çareserî ye, Hemas bi şer nayê qedandin û girtiyên Îsraîlî nayên berdan.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tekez kir û got, “Çareya herî hêsan a ku şerê li Xezeyê veneguhere şerekî herêmî, bidawîkirina Şerê Xezeyê ye.

Eger ev şer bi dawî bibe, wê êrişên eniya berxwedanê yên li dijî Îsraîl û berjewendiyên Îsraîlê jî bi dawî bibin.”

Wezîrê Îranî amaje bi wê yekê kir ku bêyî Amerîka ne pêkan e ku Îsraîl 10 deqeyan jî vî şerî bidomîne û wiha got:

“Nêrîna herî demokratîk fikra lidarxistina referandûmê di navbera gelê Xeze û Şerîeya Rojava de ye.

Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de derbarê mafên Filistîniyan de çareseriyên demokratîk û hilbijartinê hene.

Lê Netanyahu hîn jî difikire ku çareserî di şer de ye û ji Amerîkayê bawer dike.”