Îranê kesek bi tohmeta ‘sîxuriya Îsraîlê’ îdam kir

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Sîstan û Belûçistan Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku li eyaleta Sîstan û Belûçistanê kesek bi tohmeta “sîxuriya Îsraîlê” bi dar ve kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê ya Dezgeha Dadweriya Îranê, cezayê bidarvekirinê yê kesê ku bi hinceta “pêwendiya bi Mosadê re” û “pêwendiya bi dezgehên îstixbarata biyanî re” dihat darizandin hat bicihkirin.

Kesê ku nasnameya wî nehate eşkerekirin, bi wê yekê hat tometbarkirin ku pêwendiya bi dezgehên istixbaratî yên biyanî û Mosadê re heye, hin zanyariyên dizî kom kiriye û pêşkêşî dezgehan kiriye.

Piştî ku ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, Kesê ku nasnameya wî nehate eşkerekirin li girtîgeha bajarê Zahîdanê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hat bidarvekirin.

Li Sîstan û Belûcistanê herwiha doh di encama êrişekê de 11 polîsên Îranê hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst