Serokkomarê Îranê: Balkêş e ku ez û Mesûd Barzanî li Mehabadê ji dayîk bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got, “Ez û Mesûd Barzanî li bajarê Mehabadê ji dayîk bûne û ez jî Mesûd im û ew jî Mesûd e. Çi bûyereke balkêş e.”

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro di yekemîn civîna xwe ya rojnamegeriyê de ya piştî wekî serokkomar Îranê dest bi kar kir, bersiva rojnamegeran da û li ser pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê axivî.

Mesûd Pizîşkiyan got:

“Me dikarîbû bi hêsanî danûstandinan bikin. Hinekan di navbera me de şer derxist.

Li wir (Herêma Kurdistanê) çekan didin destên hin kesan û wan dişînîn vir û dixwazin şer gur bikin. Me biryar da ku em ewlehiya wan biparêzin, ew jî dê ewlehiya me biparêzin.

Em dê têkiliyên xwe sererast bikin, têkiliyên xwe yên aborî baştir bikin û di hemû qadên ku ji bo me pêkan e bibin alîkar.”

Pizîşkiyan herwiha got, “Mesûd Barzanî li Mehabada me ji dayik bûye. Ez jî li Mehabadê ji dayik bûme

Ew jî Mesûd e û ez jî Mesûd im, çi bûyereke balkêş e! Bi hêsanî em bi hev re axivîn”

“Em aqil bin em dê şer nekin”

Serokkomarê Îranê behsa êrişa Amerîkayê kir û got, “Amerîka dixwaze em bi hev re şer bikin lê eger em aqil bin em dê şer nekin.”

 

Mesûd Pizîşkiyan 30ê Tîrmeha 2024an sonda yasayî xwend û bû serokkomarê nû yê Îranê.

Pizîşkiyan di yekem serdana xwe ya dîplomatîk a derveyî welat de roja çarşemê çûbû Bexdayê û roja piştî wê jî li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatibû Hewlêrê.

Mesûd Pizîşkiyan li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Pizîşkiyan destpêkê li Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û Kabîneyê re civiyabû.

Serokkomarê Îranê paşê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Serokkomarê Îranê piştî hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bûnû û ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Serok Mesûd Bazaranî 16ê Tebaxa 1946an de li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Herwiha Mesûd Pizîşkiyan jî  29ê Tebaxa 1954an li Mehabadê ji dayik bûye.

Li Mehabadê dibistana seretayî qedandiye û ew bi Kurdiyeke baş diaxive.

Li Bexdayê jî bi Kurdî bersiva Nûçegihanê Rûdawê dabû.