Rêxistinên Seqizê: Divê berpirsên kuştina Jîna Emînî bên cezakirin

16-09-2022
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Teharan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên sivîl ên Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş, girtin û îşkencekirina Jîna Emînî şermezar kirin û daxwaz kirin ku kesên ku di vê tawanê de cih girtine bên cezakirin.

Encûmena Mewlewî ya Kurdî, Encûmena Hîway Zanist, Encûmena Çiroy Jiyan, Encûmena Jiyana Sewz, Encûmena Asoy Jiyar, Encûmena Mamostayan û Rêxistina Nojîn îro Înê 16ê Îlona 2022an daxuyaniyeke hevbeş dan û ragihandin, ciwanên Kurd bi hincetên wekî kolber, nêrînên cuda, parêzvanên mafên mirovan, jîngehparêz û hwd, tên gulebarankirin an jî girtin. Zext û tundûtûjiya li ser ciwanên Kurd niha jî bi hincet xwenepêçanê hatiye destpêkirin.

Rêxistinên Seqizê dibêjin divê kesên ku di tawanê de cih girtine bên cezakirin û divê zext û zordariya li ser jinan a bi hinceta xwenepêçanê bi dawî bibe.

Daxuyaniya Rêxistinên Seqizê piştî ku Jîna an jî Mehsa Emînî piştî nîvroya Înê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest da hat.

Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Metroya Heqanî ya Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re bo navenda polîsan a li Cadeya Wezîran hat veguhestin.

Kesên ku bi Jîna Emînî re hatin desteserkirin ji çapemeniyê re gotin ku dema ew dibirin girtîgehê hêzên polîs lê xistine û tenduristiya wê li girtîgehê xerab bûye. Merivên Jîna Emînî gotin ku li nexweşxaneyê ji wan re hatiye gotin ku wê celteya dil û mejî derbas kiriye.

Sefa, Xalê Jînayê roja Pêncşemê 15ê Îlona 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Jîna roja Duşemê ligel malbata xwe ji bo serdana xizmên xwe çûne Tehranê û êvara Sêşembê jî bi birayê xwe re derketiye derve, lê piştî hatiye desteserkirin, rakirine nexweşxaneyê û niha di komayê de ye. Pizîşkan gotine ti hêviyeke wan nîne ku Jîna baş bibe û vegere bo jiyanê.”

Mojgan Emînî, dayika Jîna Emînî ji medyayên Îranê re ragihandiye, ti pirsgirêkeke cilûbergên keça wê nebûye û mantoyeke dirêj li xwe kiribû û leçikek mezin jî li serê xwe kiribû, lê tevî wê jî polîsan ew desteser kirin.

Jîna Emînî ya 22 salî ya ji Seqizê, rojek beriya bûyerê tevî malbata xwe ji bo serdana merivên xwe çûbû Tehranê. Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê ragihand, serokomar fermana lêkolîna bilez li ser bûyerê daye û cîgirê Wezîrê Navxwe ji bo avakirina komîteyeke lêkolînê hatiye destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst