Du kurd ji bo serokomartiya Îranê dibin namzet

Fûad Heqîqî

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 11.05.2013 dergehê xwekandîdkirinê ji bo posta serokomarê Îranê hat girtin. Derket ku 2 Kurdan xwe ji bo vê postê kandîd kirine. Herwiha siyasetmedarekî kurd jî ku dixwest xwe kandîd bike dibêje ku pê re negihîşt navê xwe tomar bike.

Di 5 rojên tomarkirinê de 686 kesî navê xwe tomar kirin ji bo 11mîn xula serokkomarê Îranê, ku biryar e di 14ê meha bê de birêve herin. Ji pêvî 2 kurdan Mihemed Reza Rehîmî, ku niha cîgirê serokkomarê Îranê ye. Herwiha Îrec Êstrîkî ku kurdek cînişînê Tehranê ye, çend kesên din ên diyar di nav berbijêrande ne. Ji wan jî serokê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî, rawêjkarê Ehmedî Nejad Îsfendyar Rehîm Meşayî, serokê encûmena bilind a asayişên neteweyî yên Îranê Seîd Celîlî û serokê bajarvaniya Tehranê Mihemed Baqir Qalîbaf. Herwiha di nav berbijêran de 40 jin jî hene.

Berî ku deriyê xwekandîdkirinê bê girtin, du Kurdên din jî ragihandibûn ku xwe kandîd bikin. Ji wan jî nûnerê bjarê Bîcar li parlamentoya Îranê Seyid Mihemed Beyatyan. Beyatyan berê ji Rûdawê re gotibû ku “Ji aliyê encûmena nûnerên parêzgeha Sineyê xwe ji bo hilbijrartina serokkomarê kandîd dike. Tenê di demekê de dikişe, ku yek ji kandîdan daxwazên wî bicih bîne û pê re lihev bike.”
 
Pişderî hay jê nebû

Serdar Pişderî, ku kurdek ji nişîniyên Brîtanya ye. Berê ragihandibû ku xwe kandîd dike, nikare navê xwe tomar bike. Pişderî ji Rûdawê re got ku “Piştî 2 rojan min zanîbû ku navtomarkirinê dest pê kiriye. Min doz li balyozxaneya Îranê li Fransayê kir ku formek xwekandîdkirinê ji min re bişînin. Lê piştî 2 rojan bersiva min dan.”

Bersiva balyozxaneyê ji Pişderî re ew bû ku divê ew bi xwe serdana wezareta navxweyî ya Îranê bike, ji bo tomarkirina navê xwe. Lewma Serdar pêwendiyê bi parêzerekî Îranî re dike. Lê ew jî piştî rojekê bersivê dide wî. Jê re jî got ku te wekaletname ji min re neşandiye. Heta ku vî karî jî bike dema navtomarkirinê bidawî dibe. 

Bi cilên kurdî navê xwe tomar kir

Di roja 3yem a navtomarkirinê de, kurdek bi navê Îrec Êstrîkî, bi cilê kurdî çû avahiya wezareta navxweyî ya Îranê. Navê xwe tomar kir. Îrec, ji xelkên bajarê Xuremşahê ye, li başûrî Îranê. Lê li Tehranê rûniştiye. Karê kirîn û firotina xaniyan dike. Rengê hilbijartina wî jî sipî ye.
Lê Îrec Êstîrkî şansê felata wî ji fîltera Şûray Nîgaban (Encûmena Parastina Destûrê) kêm e, çiku wî ne karê siyasî kiriye, ne jî postek wî ya bilind a bi bandor hebû, ku 2 mercên wê yên sereke hene ji bo pesenkirina kandîdan ji aliyê encûmena navborî ve.

Cîgirê kurd ê Nejad çav berdaye kursiyê wî

Cîgirê Mehmûd Ehmedî Nejad Mihemed Reza Rehîmî, bi çend xuleyan berî dawiya dema xwekandîdkirinê, di rêya parêzerê xwe re navê xwe tomar kir. Çavê wî lê ye ku li ser kursiyê Nejad rûne.

Rehîmî, ji gundê Serêşawa ya ser bajarê Qurwe, li parêzgeha Sineyê jidayik bû. Şîiye û bavê wî tirk e. Dayika wî jî kurd e. Ew bi xwe herdem pêdagîr e li ser ku ew kurd e. Lê zimanê kurdî baş nizane.

Rehîmî berê, li hilbijartinên parlamentoya Îranê, salên 1984, 1988, 1992 wek nûnerê bajarên Qurwe, Sine, Kamyar û Dîwanderê hat hilbijartin. Êlûna 1993 di serdema Haşimî Refsencanî de, bû parêzgarê Sineyê.

Piştî hilbijartinên sala 2009, Ehmedî Nejad Îsfendyar Rehîm Meşayî ji bo cîgirê xwe kandîd kir. Lê rêberê şoreşa islamî ya Îranê Elî Xamineyî, di nameyekê de doza hilanîna Meşayî kir. Vê jî rê ji Rehîmî re xweş kir da ku cihê xwe bigire.

Bawerî bi Rehîmî nîne

Çalakvanên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê ti hêviya wan di Rehîmî de nîn e. Wî wek kesekî “desthilatperest” binav dikin. Çalakvanekî siyasî kurd ku ji ber rewşa asayişî nexwest navê wî belav bibe got “Rehîmî çi dema ku li Kurdsitanê bû, çi niha jî ku cîgirê yekem serkomarê Îranê ye, tiştek ji Kurdistanê re nekiriye.”

Mamosteyê zanîngehê li Mehabadê Selahedîn Xedyo, derbarê xwekandîdkirina Rehîmî dibêje ku “Kandîdkirina wî ne gellekî ji dil e. Kandîdê yedeg ê dewletê ye. Da ku li egera redkirina kandîdên din ên dewletê ew karibe rikeberiyê bike.”

Nûnerê berê yê parlamentoya Îranê yê rêformxwaz ê kurd Celal Celalî Zade dibêje “Ew bi xwe bi kurdan nizane. Di van çend salan de gavek pozetîv ji bo berjewendiyên Kurdan neavêtiye.”

Piştî ku Haşimî Refsencanî navê xwe ji bo hilbijartinên Îranê tomar kir, encûmena rawêjkarî ya reformxwazan, bi serokatiya Seyid Mihemed Xatemî, piştvaniya xwe ji bo Haşimî Refsencanî ragihand.

Celal Celaî Zade, ji çalakvanên reformxwaz ên Kurd e, ji Rûdawê re got “Eger Reformxwaz bi komdengî piştvaniya Haşimî Refsencanî bikin, reformxwazên Kurd jî bi vê mercê piştvaniya Refsencanî dikin.”

Calalî Zade mercên xwe eşkere kirin, ku ew jî pêk tên ji “Bicihkirina hemû bend û madeyên destûra Îranê, bi taybet ew madeyên ku pêwendiyên wan bi zimanê kurdî re hene. Herwiha sûdwergirtin ji karîna mirovê kurd.”

“Şensê Refsencanî ji yê tevan zêdetir e”

Haşimî Refsencanî, di dema du xulên 1989-1997 serokkomarê Îranê bû. Yekemîn serokparlamentoyê Îranê bû. Çend postên din ên bilind wergirtin. Niha jî serokê Encûmena Daiyarîkirina Berjewendiyên Komara Islamî ya Îranê ye.

Refsencanî sala 1999 xwe ji bo parlamentoyê kandîd kir. Gellek deng anîn. Lê neçû parlamentoyê. Sala 2005 jî rikeberê Ehmedî Nejad bû, lê derneket. Bi vî awayî serdema geşbûna stêra Haşimî Refsencanî di wê qonaxê de dawiya wê hat.

Bi nerîna Selahedîn Xedyo, dibe ku di nav kandîdan de, Haşimî Refsencanî ji tevan bêhtir cihê razîbûna xelkên rojhilatê Kurdistanê be. Bi taybetî li nav qada navend. Navborî got ku “Ev xula hilbijartinê qumara dawî ya reformxwazan e ji bo vegera bo nav bazinê desthilatê li Îranê.”