Parlamentoya Îranê Artêşa Amerîkayê weke 'hêzeke terorîst' nas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îranê Artêşa Amerîkayê xiste nav lîsteya terorê ya wî welatî.

 

Parlamentoya Îranê îro Sêşemî civiya û projeyasaya bi terorîst naskirina Navenda Fermandeeyiya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) gotûbêj kir.

 

Piştî gotûbêjên parlamenteran, ev projeyasa ji aliyê parlamentoya Îranê ve bi 204 dengên Erê û tenê 2 dengên Nexêr hat pesendkirin.

 

Bi vî awayî weke bertekekê li hember biryara Amerîkayê ya bi terorîst naskirina Supaya Pasdaran, Îranê beşek ji Artêşa Amerîkayê xiste nav lîsteya terorê yaw î welatî.

 

Îran êdî hemû corên alîkariya darayî, siyasî, îstixbaratî, teknîkî û rahênanê li gel CENTCOM bi hewlê terorîstî binav dike.