Galeriya wêneyan

16-03-2022
15 Photos
RÛDAW

Salane êvara dawî Sêşema sala Hetawî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, merasîmên Çarşema Sor birêve diçin. Vêxistina agir jî yek ji sereketirîn çalakiya merasîman e û welatî xwe di ser agir re diavêjin û li dor agir dîlan girêdidin.

Berdevkê Rêxistina Hawarçûnê ya Îranê Mucteba Xalidî ragihand, di merasîm û çalakiyên Çarşema Sor de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2817 kes jî birîndar bûn.

Li gor Mucteba Xalidî 34 kes ji ber giraniya birînên xwe li beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyan e, 171 kesan endamên laşê xwe ji dest dane û 850 kes jî bi tundî an bi şêweyekî mamnavend şewitîne.

Lêkolîner û Destannas Emîn Rehîmzade li ser dîroka Çarşema Sor dibêje, “Çarşema Sor rêûresmeke kevn a Kurdî ye ku tê de jin û zilam agir vêdixistin, li dor agir dizivirîn û di wê merasîma ayinî de dua û daxwaz ji Xwedayê mezin dikirin jiyana tendirust û bextewer pê bibexşe û ji berê de ew wek kirdareke ayinî birêve çûye, lê niha tenê wek kirdareke kevn birêve diçe.”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, êvara dawî sêşema sala Hetawî û Kurdî, rêûresmîn Çarşema Sor birêve diçin. Di merasîmên Çarşema Sor de li bilindahiyên çiya agir dihat vêxistin ku di heman demê de nîşana nêzîkbûna Newrozê bû, lê van salên dawîn diyardeya yariyên agirîn peyda bûye ku hinek ji wan gelek metirsîdar in û bi vî awayî şêwazê merasîman jî guheriye.

Çend sal e li Rojhilatê Kurdistanê, çalakvanên sivîl bi kampînên `Na ji bo yariyên agirîn` hewl didin merasîmên Çarşema Sor û wek wê, bêyî qurbaniyên canî derbas bibin û hevwelatiyan han didin li şûna yariyên agirîn, bi vêxistina agir û ahengan Çarşema Sor pîroz bikin.