Amnesty International helwêsta Îranê li hember xwepêşanderan rexne kir

16-01-2020
Nîşan Amnesty International Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinaa Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) di raporekî xwe de, ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê di xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî de li welatî, rêkarên neyasayî bikar anîne. 

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty derbarê xwepêşandanên li Îranê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku di xwepêşandanên nerazîbûnê li hember xistina firokeya Ukraynê de gelek xwepêşander ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine birîndarkirin

Li gorî Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty, bikaranîna amrazên zorê û neyasayî ji aliyê Îranê ve, dîrokekî dirêj heye û Îranê gaza rondikan, gulleyên plastîkî û gelek amûrên din ên tûndûtûjiyê li dijî xwepêşanderan bikar anîne.

Herwiha Amnesty dibêje ku Komara Îslamî ya Îranê zanyariyên derbarê girtiyan û cihê ragirtina wan de eşkere nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst