Supaya Pasdarên Îranê daxwaza bidarvekirina xortekî kurd dike

Sine (Rûdaw) - Rêveberatiya Îtîlaat û Supaya Pasdarên Îranê li parêzgeha Sine, daxwaz ji dadgeha şoreşê ya wê parêzgehê kir ku cezayê bidarvekirinê bi ser endamekî Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê de bisepîne, ku 7 mehan beriya niha li nêzîkî bajarê Sine hatye girtin.

 

Yekem rûniştina dadgehkirina Endamê Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê Ramîn Husên Penahî birêve çû.

 

Li dadgehê Rêveberatiya Îtîlaatê û Supayê Pasdaran daxwaz kirin ku dadgeh cezayê bidarvekirinê bi ser Ramîn Husên Penahî de bisepîne.

 

Parêzerê Ramîn Husên Penahî, Husên Ehmedîniyaz ji Rûdawê re ragihand ku Husên Penahî bi tometa nerazîbûnê li dijî desthilatê hatiye tometbarkirin.

 

Ramîn Husênpenahî, di 22 Hezîrana 2017an de tevî 3 kesên din li bajarê Sine ji aliyê hêzên Îranê ve teqe li wan hat kirin û bi wê sedemê 3 kesan canê xwe jidest da û Ramîn hate girtin.

 

Nivîsîn: Aydin Bayram