Li Tehranê ji ber hewaya qirêj dibistan bo îro kirin behnvedan

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytextê Îranê bajarê Tehrana ji ber hewaya qirêj dibistan ji bo îro hatin girtin.

Waliyê Tehranê Enuşîrewan Muhsînî Bendpey ragihand ku li gor navenda pîvana qalîteya hewaya bajêr, li Tehranê qirêjahiya hewayê wek 150 mîkrogram hate tesbîtkirin û ev yek ji bo kesên ku alerjiya wan heye dibe ku bibe sedema pirsgirêkan tenduristî.

Enuşîrewan Muhsînî Bendpey diyar kir ku nexweşên qelb û kezebê û kesên pîr û ducanî bi destûr hatin hesibandin û hat sînordarkirin ku kamyon derkevin trafîkê.

Bendpey da zanîn ku verastkirina plakaya kit-cot a ku berê guzergahên diyar bikar dianî dê li hemû bajêr bê bikaranîn û bihayên gihandina komî jî nîve nîv bên daxistin.